Li Wanê ji bo azadiya Ocalan 500 hezar îmze
HULYA EMEÇ
WAN (DÎHA) - Li Wan û navçeyên Wanê di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate destpêkirin 500 hezar îmze hatin komkirin û îmze ji bo teslîmî meclîsê bikin şandin Amedê. Aktîvîsta DOKH'ê Hamiyet Şahîn, diyar kir ku ji bo ku li Wanê bigihijin hedefa xwe ya 600 hezar di rojên dawî de lezdan xebatên xwe û wiha got: "Her îmzeya hate avêtin dengeke ji aştiyê re ye. Em vê yekê wisa dibînin û em xebatên xwe di rojek wisa de bi dawî dikin. Em dê dengê aştiyê di roja aştiyê de bilind bikin."
Îmzeyên di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji aliyê Platforma Ji Ocalan re Azadî ve hate destpêkirin û Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) bi hêz tevlî kampanyayê bûn dê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pêşkêşî meclîsê bên kirin. Li Wanê di nava 6 mehan de 500 hezar îmze hatin komkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li hemû gund, taxên Wanê hatin ge3rîn û li qadên mîhrîcanan û kolanan stand hatin vekirin û li navenda Wanê û navçeyên Wanê konên "Ji Ocalan re azadî" hatin vekirin û xebat hatin meşandin. Di kampanyaya rastî eleqeya welatiyan a zêde hat de heya niha 500 hezar îmze hatin komkirin û ji Amedê re hatin şandin. Aktîvîsta DOKH'ê Hamiyet Şahîn têkilidarî mijarê de axivî û diyar kir ku li Wanê hedefa wan 600 hezar bûn û dê di rojên dawî de bigihijin vê hedefa xwe.
'Azadiya Ocalan azadiya me ye'
Şahîn, diyar kir ku mal bi mal, kolan bi kolan geriyan û wiha got: "Ez bawer dikim ku di demek kin de me riyek gelek dirêj derbas kir. Em ji bo azadiya Birêz Ocalan ji serê sibê heya êvarê li kolanan geriyan û em armanca xwe vegot. Bi hezaran kesên weke me difikirin û nefikirin ji bo azadiya Ocalan îmze avêtin. Êdî hemû kes dizane aştî ji azadiya Ocalan re derbas dibe." Şahîn, anî ziman ku ji bo careke din li Tirkiyeyê mirin pêk neyên kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin û wiha axivî: "Her sal me agahiya mirina hezaran ciwanên xwe digirtin. Ev mirin di navbera tirk û kurdan de dibû sedema êrîşên gelek mezin û bi xwe re hîsên tolhildanê mezin dikirin. Em jin azadiya Ocalan weke azadiya xwe dibînin."
'Hêj dereng nemayî tu jî were îmzeyekê bavêje'
Şahîn, da zanîn ku di serî de li navenda Wanê û hemû navçeyan "Ji bo Ocalan azadî" kon û stand vedan û wiha pê de çû: "Li Wanê hemû kes tevlî vê xebatê bû. Xwedî li konên me derketin û ya herî girîng gelek kes ji bo aştiyê hatin îmze avêtin û dengê xwe ji bo aştiyê bilind kirin." Şahîn, bilêv kir ku divê êdî Ocalan azad bibe û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em dê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê îmzeyên komkirin radestî rayedaran bikin. Her îmzeya hatiye avêtin dengek ji aştiyê re ye. Em vê yêkê wisa dibînin û xebatên xwe di rojeke wisa de bi dawî dikin. Em dê dengê aştiyê di roja aştiyê de bilind bikin."
Şahîn bang li hemû kesî kir ku tevlî kampanyayê bibin û wiha bang kir: "Hêj dereng nebûyî tu jî were îmzayekê bavêje."
(bd)