1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Wanê kiryarên rêveberiya awarte!
Li Wanê kiryarên rêveberiya awarte!,li,wanê,kiryarên,rêveberiya,awarte

Li Wanê kiryarên rêveberiya awarte!

A+ A-

WAN(DÎHA) – Li taxên Xaçort, Şehîd Firat û Koyîçî yên navçeya Îpekyolu ya Wanê hêzên dewletê her roj bi awayekî keyfî taxan dorpeç dikin û li taxan bombeyên gazê dibarînin. Der barê van kiryarên rêveberiya awarte de welatiyên taxan axivîn û nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Di çarçoveya 'Palana Çepisandinê' ya ku hikûmeta AKP'ê de li Wanê kiryarên rêveberiya awarte di meriyetê de ne. Hêzên dewletê her şev taxên Xaçort (Hacibekîr), Şehîd Firat û Koyîçî yên Îpekyolu ya Wanê dorpeç dikin û bi awayekê keyfî taxan didin ber bombeyên gazê. Têkildarî mijarê de welatiya bi navê Hediye Kaçak da zanîn ku hêzên dewletê her şev bi wesayîtên zirxî dikevin nava taxên wan û taxên wan didin ber bombeyên gazê. Kaçak da zanîn ku polîs gelek caran jî bi fîşekên rast taxa wan gulebaran dikin. Hediya Kaçak kiryarên hêzên dewletê wiha vegot: "Tu kes ji me nikare derbikeve derve. Bombeyên gazên di avêjin, paceyên me dişikînin û zarokên me perîşan dibin. Ez bang li tevahiya gelê kurd dikim ku li hemberî van kiryarên keyfî bila rabin ser pêyan û parastina xwe û taxên xwe bikin. Li ku derê kurdek hebe divê destê xwe bidane ser wijdana xwe û li hemberî dijminê xwe, parastina xwe bike."

‘Em ji gundên me koç kirin û niha jî dixwazin ji taxên me koç bikin'

Welatiya jin a bi navê Feyruz Şeker ya ku di sala 1990'an de di encama polîtîkayên koçberkirinê de koçberbû û li Wanê bicih bû jî bilêv kir ku di êrîşa polîsan de hindik mabû ku bihata qetil kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ji gundên me koç kirin û niha jî dixwazin me ji taxên me jî koçber bikin. Heta ku demên êvarê hêzên polîsan me bêhizûr dikin. Bi awayekê keyfî malên me gulebaran dikin. Demek berê ez ji bo ragirtina neviyê xwe diçûm lê rastî gulebarana polîsan hatim."

‘Dişibin DAIŞ'iyan'

Yek jê şêniyên taxê yê bi navê Cemîl Sargûr jî diyar kir ku li taxa wan rêveberiyekî awarte ya ku nehatiye îlan kirin heye û wiha pêde çû: "Tîmên taybet bi awayekî keyfî bi ser malan de digirin. Bi vê yekê dixwazin gelê herêmê bifetisînin. Di 15'ê Sibatê de li ser mala me de jî girtin lê tiştek nedîtin. Lê tiştekî balkêş hebû ku kesên bi ser mala me de girtin, ne polîs bûn. Dişibiyan DAIŞ'iyan. Ji derveyî cêrkirinê tiştekî din nedizanî. Kiryarên li ser Cizîr û Sûrê em baş dibînin. Bila qet mereq nekin îro heta sibe dê dor bê taxên me jî. Êdî bese divê ev gel e rabibe ser pêyan."

‘Em serî natewînin û na tirsîn'

Der barê heman mijarê de jina bi navê Ayten Sargur jî daxuyand ku hêzên dewletê bajarên gelê kurd hildiweşîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Roj roja yekitiya kurdan û serhildanê ye. Ez bang li tevahiya gelê kurd dikim ku li hemberî van tundiyan li berxwe bidin. Polîsan çend roj berê li gorî keyfa xwe bi ser mala me de girtin û xwestin ku zarokê min ê ku temen biçûk binçav bikin. Ev komên çete ne û tu cudahiya wan ji çeteyên DAIŞ'ê tune ye. Dema ku zarokê min dihat malê, ew şopandine û bi ser mala me de girtin. Heqaret li me kirin û gotin ku dê zarokê xwe teslîmî me bikî Em ji vê zilma wan natirsîn. Ez bang li herkesî dikim ku li hemberî van tundiyan, xwe bi parêze. Bila dewlet baş bizane ku em li hemberî vê zilmê serî natewînin û ji wan natirsin."

(bd)