Li Wanê şewata çadiran didome
Li taxa Selîmbey a Wanê çadirek din ji ber çûrîskên sobeyê şewitî. Di şewatê de kesek jehrînî bû û rakirin nexweşxaneyê.
A+
A-
Li taxa Selîmbey a Wanê çadirek din ji ber çûrîskên sobeyê şewitî. Di şewatê de kesek jehrînî bû û rakirin nexweşxaneyê.
Li Wanê şewata çadirên naylonî berdevam dike. Çadira Îsmet Demîr ê li taxa Selîmbey bi derfetên xwe veda ji ber çûrîska sobeyê şewitî. Endamên malbatê bi zorê xwe ji çadirê avêtin derve û bi alîkariya welatiyan xwestin şewatê vemirînin. Yekîneyên îtîfaiyeyê hatin cihê bûyerê û mudaxeyî şewatê kirin. Di şewatê de Ahmet Demîr ê 17 salî jehrîni bû û rakirin nexweşxaneyê. DÎHA (ft/mae)
Bêjeyên Miftehî li,wanê,şewata,çadiran,didome