Li wargeha Sêmelê 15 kon şewitîn
A+
A-
DIHOK - Li wargera penaberên ku ji Başûrê Rojavayê Kurdistanê hatine ya navçeya Sêmêlê ya Duhokê agir derket. Di agir de 15 kon şewitîn.
Li wargeha penaberan a Mokbelê ya kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê li navçeya Sêmêlê ya Duhokê agir derket. Agirê ji ber kontaxa ceyranê derket, bû sedema şewitandina 15 konan. Di agir de hemû alavên hundirê konan jî şewitîn. Agir ji aliyê welatiyên wargehê û yekîneyên agirvemirandinê ve hatin vemirandin.
Kurdên wargeha Mokbelê, di 12'ê Adara 2004'an de li Qamişloyê piştî pevçûna di navbera tîmên fûtbolê yên Derazor û Qamişloyê de koçber bûbûn. Di wargehê de hezar û 200 kurd dimînin.
Bêjeyên Miftehî li,wargeha,sêmelê,15,kon,şewitîn