Li Wargehê Cejna Remezanê
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cejna Remezanê bi serdana Goristana Şehîdên Penabertiyê û Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir
09:58 19.08.2012 MEXMÛR (DÎHA) – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cejna Remezanê bi serdana Goristana Şehîdên Penabertiyê û Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cejna Remezanê piştî nimêja cejnê bi serdana Goristana Şehîdên Penabertiyê û Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir. Li goristanê fatîhe xwendin û şekir hatin belavkirin. Li Saziya Malbatên Şehîdan jî merasîmek hat lidarxistin gel cejna hev pîroz kir û axaftin hatin kirin. Li Saziya Malbatên Şehîdan endamê saziyê Cemal Cizîrî axaftinek kir Cemal Cizîrî di axaftina xwe de Cejna Remezanê destpêkê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û endamên HPG'ê pîroz kir. Cizîrî dest nîşan kir ku di tevayî Meha Remezanê dewleta Tirk di şer de israr kiriye û bûye sedema rijandina xwînê. Cemal Cizîrî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Bêguman cejn rojên aştî, kêfxweşî û biratiyê ne; lê belê dewleta dagirker nahêle em van rojên xwe di nav aramiyê de pîroz bikin. Tecrîda li ser Rêber Apo berdewam dike, opersyon, girtin û êşkence di asta herî roj de ne. Di vê pêvajoyê de gelê Kurd di merheleyên girîng re derbas dibe. Tevî êrîş, zext û pêkutiyên dewleta dagirker jî têkoşîna azadiyê her diçe pêş dikeve û niha gihiştiye ber sînorên azadiyê. Divê em bi hêvî bin.”
'Dewleta Tirk di rojên pîroz de êrîşî nirxên gel dike'
Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistan a Wargehê Mele Tofîq mafê axaftinê girt. Mele Tofîq bal kişand ser pîroziya cejnan û yekîtiyê. Piştî axaftina Mele Tofîq, Serokê BDP’ya Şirnexê yê berê Abîd Îke axifî, Abîd Îke ku cejna gel pîroz kir axaftinên xwe wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk bi taybet di rojên ku ji bo gel pîroz in û xwedî wate ne de êrîşî ser nirxên gel dike da ku derûnî, hêvî û coşa gel xera bike. Lê belê rastiyek niha li hole ye ku êdî gelê Kurd û şervanên azadiyê bi hev re bi hêvî û coşeke mezin ber bi azadiyê ve diçin. Li Şemzînan û Çelê îspat bû ku dewleta Tirk têk çûye.” Piştî axaftinan gel dirûşmayên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” berz kirin.
(kom/mae)