1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Wargehê civîna ziman û perwerdeyê bi dawî bû
Li Wargehê civîna ziman û perwerdeyê bi dawî bû,li,wargehê,civîna,ziman,û,perwerdeyê,bi,dawî,bû

Li Wargehê civîna ziman û perwerdeyê bi dawî bû

A+ A-

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem civîna ziman û perwerdeyê bi nirxandin û nîqaşên girîng bi encam bû.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Civîna Ziman û Perwerdeyê ku di 6'ê sibatê de bi beşdariya mamosteyên wargehê, Endamên Komîsyona Ziman a KNK'ê, Enstîtuya Kurdî ya Berlînê, komek mamostayên ji Rojavayê Kurdistan, endamên KNK'ê Rojan Hazim, Dr. Kamûran Berwarî û Mîrhem Yîgît dest pê kiribû û sê rojan berdewam kir, bi nirxandin û nîqaşên girîng bi dawî bû. Di civînê de rewşa siyasî ya dawî, sîstema perwerdeyê û jiyanê, pirtûkên tên amadekirin, pirsgirêkên rêziman, nirxandinên li ser gramera Kurdî, mufredata perwerdeyê û plansazî hatin nîqaşkirin û nirxandin. Her wiha pêşniyar hatin kirin. Di nirxandinan de hat ziman ku divê mufredata zaravayên ziman bê çêkirin. Dîsa hat ziman ku divê girîngî ji bo perwerdeya jin were dayîn. Û ji bo wê jî divê kes, armanc, babet û rê û rêbaz li ber çavan bê girtin. Her wiha hate gotin ku pêwîst e, li her çar parçeyên Kurdistanê xebatên li ser ziman werin pêş xistin û devokên herêmî esas neyên girtin. Zimanekî hevbeş were bikaranîn. Civîn bi dirûşmayên "Bijî Serok Apo", "Bi Can bi Xwîn Em bi Te re ne ey Serok" bi dawî bî.

(mae)