Li Wêranşarê Şopên Dîrokî
Li jêr 164 wêne bi vê nivîsê re hatine parvekirin.
Ji Amedê serê sibehê radibim ser xwe, ji bo xwe bigihînim Wêranşarê. Li gor gotinan siwareyên ji garaja navçeyan radibin, serê sibehê carekê, pîştî nîvroj carekê diçin. Heke ez xwe negihînim ser wisareya yekem, ez ê nikaribim êvarî ji Wêranşarê jî vegerim.
Bi lez xwirîniya xwe dikim. Hinek zeytûnên Dêrika Çiyayê Mazî, hinek penêrê Hesena ya Şemrex û hinekî ji hêkên gundên Mêrdîn dixwim. Ewqas dilezînim ku gelekî zû hîs dikim ez têr bûme, lê çavên min birçî ji ser sifrê radibim.
Xwe bi lez digihînim semta Ofîsê ya Amedê. Di navbera 3-4 deqeyan de siwareyek garaja navçeyan tê. Lê siwar dibim û 1.5 lîrayê tirk dirêjî ajovan dikim: "Fermo, heqê yekî". Ajovan fam nake, guhên wî ne li kurdî ye, hevokên tirkî hêvî dike. Bi
deng dibêje "bir kişi abê?". Ez serê xwe dihejînim û tenê dibêjim "erê". Lê ew ne ji "erê", ji serhejandina min distîne
bersiva xwe.
Li welatê xwe xerîb im. Tevî vê yekê jî didim pey çi, ez jî nizanim. Carinan tiştên ku dikim evqasî bêwate dimînin, ku henek pêkirina hinekan jî tê bîra min, yekcar hêz bi min re namîne.
Bi bazdan xwe digihînim dikana siwareyên Wêranşarê. Lê siware ji zû ve çûye. Ya li pey wê jî dê saet di 1:00'ê de rabe. Ez qet nikarim li hêviya wê bimînim.
Xwe davêjim siwareyên Qoserê. Ew ji 10 an jî 15 deqeyan carekê radibin. Difikirim ku ev Qoser çi navçeyek balkêş e. Çûn û hatina wê ya Amedê ewqasî zêde ye, ku bi rastî jî ne wekî navçeyekê ye. Her roj bi hezaran mirov ji 130 kîlometir rê tên û diçin.
Rê 130 kîlometir be jî, siwareyên taybet mirov di 50 deqeyî de digihînin Qoserê. Rê pir baş e, çûn û hatin dualî ye û nû ye.
Lê mala bazirganiyê bişewite. Ajovan hêdî dajo. Ji ber ku pir çûme û hatime diznim, niyeta ajovan ew e ku siwareya li pey wî
jî li Mêrdîn xwe bigihîne wî. Li wir dê her du siware rêwiyên Mêrdîn û Qoserê di nav hev de parve bikin, yek dê hilkişe
Mêrdîn, yek jî dê dakeve Qoserê.
Min ji xwe re rojnameyek standiye. Rojnameyek tirkî ye, ku derfeta min tune nûçe û nivîsên wê li dereke din bibînim û
bixwînim. Berî ku bigihîjim Mêrdîn, ez hemû nivîsên wê yên balkêş diqedînim û rojnameyê dipêçim. Ajovan me li Mêrdîn di navbera hev de parve dikin, hîn em daneketine Qoserê û ji saetekê zêdetir dem derbas bûye.
Çawa ku berê em dikeve Qoserê, ajoyên beriyê bala min dikişînin. Heke we berê ji Mêrdîn ve li Qoserê û Beriya Mêrdîn nihêrîbe, qet ber dilê xwe xweş nekin. Ez ê behsa wê dîmena xweş, wê merşa hêşîn a biharê nekim. Hûn ê di wêneyan de jî bibînin, ev 2-3 sal in ji toza welatên ereban tê, aso nemaye. Êdî mirov ji Mêrdîn gundên Başûrê Rojava nabîne. Heta mirov bi xweşkayî gundên Beriya Mêrdîn jî nabîne. Ev welat hêdî hêdî dibe çol êdî.
Li Qoserê garaja navçeyan li ber Şaredariyê ye. Çawa ku peya dibim pirsa siwareya Wêranşar dikim. 20 deqe şûnde dê rabe. Ji xwe re du heb dew distînim û li hêviyê dimînim. Piştî kurtedemekê em bi rê dikevin. Ez dixwazim ji ser riya Îpekê ve Qerejdax nîşanî we bidim, lê ji tozê xwiya nake. Êdî ew dîmen jî nemaye. Bihar û Havîn êdî wiha derbas dibin.
Çi balkêş e. Rêwiyên her navçeyekê cuda ne. Di siwareya Amed û Mêrdîn-Qoserê de yên bi kurdî, tirkî û erebî diaxivîn hebûn.
Hemû jî kesên asta wan a aborî baş bûn. Lê di siwareya Wêranşarê de her kes bi kurdî diaxive, her kes wekî hev du ji zû ve nas dikin diaxivin û asta wan a aborî ne baş xuya dike. Bi hev re gelekî bi hêsanî diyalogê ava dikin. Dema dibînin ez wêneyan dikişînim, dibêjin "ma tu rojnamevan î?". Ez dibêjim "na, tenê ji bo xwe dikişînim."
Dayikek li pey min derdên xwe ji rêwiyeke din re dibêje: "Lawkê min jî bi xêr ji xwe re karek bidîta." Dibêje û kelogirî
dibe. Ez li xwe dizîvirim:
-- Dayê ma te kerê bê kar dîtiye?
-- Na kurê min, na wele!
-- Nexwe kar ji bo her kesî heye dayê. Ku ker bê kar nemîne, divê em qet nemînin. Ma em ji kerê kêmtir in!
-- Weleh were ye kurê min. De ka wî jî karek bidîta.
-- Qet li ber nekeve. Kengî bixwaze dê kar bibîne. Kar pir e. Ji xwe re neke derd. Kar ne xezîne ye di bin erdê de, ne
veşartî ye.
-- Tu ji ku yî kurê min.
-- Ez dêrikî me dayê. Tu wî gundê hember nas dikî dayê?
-- Na! Nas nakim lawo!
-- Ew gundê Ehmed Turk e.
-- Wî! Ew Qesra Qelender e?
-- Erê, wir e.
-- Wele lawo Ehmed Turk mirovekî hêja ye, lê ka em çi bikin.
-- Wisa ye, hêja ye.
-- Mala minê lawo, em dikin nakin safî nabe.
-- Dê safî bibe dayê. Ma heta sêvek nestewe tê xwarin?
-- Na!
-- Her tişt wisa ye dayê. Dema sêv gihaşt kes tu çi jî bikî dê li darê nemîne.
-- Tu dibê nestewiyaye kurê min?
-- Nestewyaye dayê. Kengî em amade bûn, kengî me karî ku tiştekî bikin dê bixweber bibe. Wekî mesela kurê te. Kar pir e, ji kerê re jî heye lê ew bê kar e. Em jî wisa ne, li cîhanê her kes sêvan dixwe, em li hêviyê ne. Kengî her tişt stewiya, amade bû, em ê jî sêvan bixwin. Mesele em in.
-- Weleh lawo tu rast dibêjî. Te ta bi derziyê ve kir.
Heta pişta min diqerime ez li xwe dizîvirim û em sohbet dikin. Tenê ez û dayê dizanin sêv çi ye. Lê belkî rêwiyên din jî fam dikin. Em dikevin nav Wêranşar.
Dema min pir tune. Divê di ser Qoserê re vegerim dîsa. Bi lez diçim avahiya Gerînendetiya Çandê ya Şaredariya Wêranşare.
Pirsa Gerînendeyê Çandê birez Şeyhmus Çakirtaş dikim. Cihê wîşan didin.
Şeyhmus Çakirtaş mirovekî mamosteyê kevin e. Ji kişandina wêneyan jî pir hez dike. Gelek wêneyên wî di salname, berg û afîşan de tên bikaranîn, lê kes navê wî bi kar nayne. Piştî vexwarina qehweyekê û sohbetek li ser gundên dîrokî, ez hinek razên nû hîn dibim. Dibêje:
-- Di çîrokek te de navê Xerabreşkê derbas dibe, li ku ye, ew navê rast e?
-- Erê bi ser Dêrikê ve ye, navê tirkî ku lê kirine Meşelî ye.
-- Wa! Yek ji wir ji AKP'ê endamê meclîsa şaredariya me ye.
-- Navê wî çi ye?
-- Zeki Başaran.
-- Wa! Wele ew yek ji kesên çîrokên min e.
Em bi hev re derdikevin bexçe. Cihê ku min xwestibû ez nîşanî we bidim jî ev der e. Ez cî cara yekem dibînim. 10-15 deqe dema min heye, divê bigihîjim ser siwareya vegerê.
Min tenê di objektîfê de li van keviran nehêriye û ji we bêhtir 2 deqeyan jî min ev bexçe nedîtiye.
Ji bo we xwendevanên Amîda Kurd pêşkêş dikim.