1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Xazir 70 çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin
Li Xazir 70 çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin,li,xazir,70,çekdarên,dai̇ş,ê,hatin,kuştin

Li Xazir 70 çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin

A+ A-

09.08.2014 BasNews (Hewlêr): Doh piştî nîvro li navçeya Xazir a ser bi Mûsilê ku 50 kîlometre dûrî Hewlêrê ye, şer di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAİŞ’ê de derket, di encam derbeyên giran xwarin û termên 70 çekdarên DAİŞ’ê li cihê şer bicih man.

Di vê derbarê de Qeymeqamê Berdereş Serdar Yehya li cepheya şer agahî dan û got: ‘’Doh piştî nîvro şer û pevçûn di navnera Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û çekdarên DAİŞ’ê de li navçeya Xazir derket û di encam de 70 çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin.’‘

Serdar Yehya da zanîn ku Pêşmergeyên Hêza Zêrevanî û hevwelatiyên xwebexş ên sînorê nehya Botanî ser bi qezaya Berdereş ku hejmara wan zêdeyî 300 kesan bû piştgiriya Pêşmergeyên Kurdistanê kirine. Herwiha ragehand ku Pêşmerge berdewam pêş dikevin û karîne du gundên wê navçeyê ji DAİŞ’ê paqij bikin bêyî ku hîç zerareke canî hebe.

Yehya ji malpera Xendanê re wiha axifî: ‘’Piştre bi piştîvaniya hêzên esmanî ku navçe bombardiman dikirin, çekdarên DAİŞ’ê li gundên Sehes Şam, Orgumas û Sêvdînan li ser qeraxa rûbarê Xazir derbeyên giran xwarin û paşde reviyan, zêdeyî 70 termên xwe bicîh hiştin, herwiha zêdeyî 5 Hummer û 14 otomobîlên din hatin şikandin û şewitandin.’‘