1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Li Zanîngaha Stenbolê zimanê kurdî didin jiyandin'
'Li Zanîngaha Stenbolê zimanê kurdî didin jiyandin',li,zanîngaha,stenbolê,zimanê,kurdî,didin,jiyandin

'Li Zanîngaha Stenbolê zimanê kurdî didin jiyandin'

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Xwendekarên kurd ên Zanîngêha Stenbolê yên fakulteya zanistiya siyasi di nava zanîngehê de ji bo zimanê kurdî bidin jiyandin waneya bi navê 'Waneya Huner û Siyasetê' vekirin. Mamosteya zimanê kurmancî Zozan Yaşar bang li ciwanên kurd kir û wiha axivî: "Em bang li ciwanên ku pişta xwe dane ziman û çanda xwe dikin ku bila ji çanda û zimanê xwe haydar bin. Bila ew jî werin beşdarî vê waneyê bibin û keda wan jî di nav zimanê wan de hebe."

Xwendekarên kurd ên Zanîngeha Stenbolê yên Fakulteya Zanistî ya Siyasi ji bo zimanê kurdî bidin jiyandin li fakulteyê dest bi dersên kurdî kirin. Xwendekarên zanîngehê civiyan û biryareke ku waneyekê ava bikin dan. Xwendekaran waneya bi navê 'Waneya Huner û Siyasetê' vekirin. Ev wane ji aliyê rektora zanîngehê ve jî hat pejirandin. Xwendekarên kurd di 19'e mijdarê de wane avakirin û di avahiya pêveka Fakulteya Zanistiya siyasî ya Zanîngeha Stenbolê di hefteyê 2 seatan dersa kurmancî û 2 seatan jî dersa zazakî didin. Di nava xwendekarên ku hînî zimanê kurdî dibin de doç. dr. jî cih digirin û bi eleqeyeke mezin hînî kurdî dibîn.

Xwendekarê bi navê Bîlal Aktaş avabûna waneyê wiha wegot: "Ev meheke wane hatiye avakirin. Em çend hevalên kurd civiyan û me got kêmasiyek heye. Ev kêmasî jî li Zanîngeha Stenbolê lêkolîn nekirina zimanê kurdî bû. Me got em dest vê yekê bikin. Wexta me dest pê kir gelek heval beşdarî me bûn û me pir diecibandin. Gelek tiştên xweş derheqê waneya me de ji me re tên. Ev yek me pir keyfxweş dike." Aktaş diyar kir ku ew ê saleke din dest bi dersên Soranî jî bikin û wiha berdewam kir: "Em qursên kurmancî û kirmanckî didin. Saleke din heke derfet çêbibin em ê dest bi soranî jî bikin. Em ê semineran jî li dar bixin. Em dixwazin hevalên me yê kurmanc dest bi xebatên akedemîk bikin. Heke derfet hebin herin dewletên dî jî bibînin û hinekî di derheqê çanda xwe de xwe pêş bixin. Em dixwazin vê xebata xwe berfireh bikin û xebata me deng bide. Ez bawer dikim ku ev ê bi piştgiriya hevalan wê berfireh bibe."

'Em bikevin jî em ê rabin û bimeşin'

Aktaş bilêv kir ku ew dixwazin xwe di vî warî de birexistin bikin û wiha berdewam kir: "Dibe ku pêşerojê de em tiştên bandortir ji aliyê zimanê zikmakî de bikin. Li Kurdistanê gelek dibistanê perwerdehiya zimanê kurdî ava bûn, ev yek ji bo me keyfxweşiyeke. Em dixwazin li ser vê rêyê bimeşin. Ev gava yekem e ji bo me, pêşerojê de dibe ku em gavên mezin biavêjin." Aktaş anî ziman ku dibe ku ji aliyê faşîstan ve êrîş li wan bibê û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: "Em zanin kare me ne hêsane lê ev ne girînge. Dibe ku em rastî êrîşa jî werin. Lê yek bixwaze ji bo kurd û Kurdistanê tiştên baş bike dê we van tiştan bide ber çavên xwe. Dibe ku em bikevin lê em ê disa rabin û bimeşin."

'Hemû kes karin beşdarî dersan bibin'

Xwendekarê zanistiya siyasetê û têkiliyên navneteweyî Eyyup Subaşi yê ku dersên zazakî bide jî wiha axivî: "Hin heval hene kurdbûna xwe wek tiştekî folklorîk dibîne. Weke wateya netewbûyînê nabînin. Ev jî xetereyeke mezine li ser ciwanên kurd. Me ev valahî dît û me got em waneyekî bi vî rengî ava bikin. Heval hatin beşdarî me bûn. Ermanca me ew e ku em kurdbûna wan ji nû ve bînin bîra wan."Subaşi diyar kir ku xebatên wan bi teybetî li ser kurd û Kurdistanê be û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê li ser sê zaravayê kurdî dersên xwe bidin meşandin. Nîha me dest bi dersen xwe yê kurmancî kiri ne, li ser zazakî jî xebatên me hene û em ê li ser dersên soranî jî xebatên xwe bidin meşandin." Subaşi da zanîn ku hemû kes karin beşdarî dersên wan bibin û wiha pê de çû: "Hem xwendekarên zaningê û hem jî kesên ne xwendekar karin werin beşdarî dersên me bibin. Deriyê me ji hemû kesan re vekiriye." Subaşi derbirî ku zimanê wan wan ji dagirkeran cuda dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Niha em zimanê xwe hîn ne bin wê demê tenê zihniyeta me kurd dimîne. Zimanê me jî tirkî dibe. Ev tiştekî ne başê, dawiya vê jî vegera ser tirkbûnê ye. Ev jî xetereyeke mezin e ji bo ciwanên kurd."

'Cara yekem di nava zanîngehê de dersên kurdî didin'

Xwendekarê zanistiya siyasetê û têkiliyên navneteweyî Zozan Yaşar a ku dersa kurmancî dide anî ziman ku li zanîngehê gelek kurd hene lê waneyên ku li ser kurd û Kurdistaniyê xebata dimeşinin tune ye û wiha axivî: "Ji ber vê yekê ev waneya ji bo me gelek girînge. Niha cara yekeme em di nava zanîngehê de dersa kurdî didin. Di nav xwendekarên me de tirk hene, alman, farsî hene. Ev ji bo me serbilindiyeke mezin e. Me got em karibin zimanê xwe çiqasî bigêhînin gelan ji bo me ewqas başe û keyfxweşiyeke mezin e."

'Bila keda ciwanan jî di nav zimanê wan de hebe'

Yaşar bilêv kir ku di zanîngehên tirkiyeyê de li ser zimanê kurdî pişaftin tê meşandin û wiha direjî da axaftina xwe: "Pişaftin li ser çanda kurdî gelek zêdeye, divê em ciwanên kurd baş bixebitin û çanda xwe bidin jiyandin. Ermanca me ew e ku kesên ku kurdî naaxivin em xwe bigînin wan. ev dê ji bo me serbilindiyek bê." Yaşar bang li ciwanên kurd kir ku xwedî li çand û zimanê xwe derkevin û wiha berdewam kir: "Di nava zanîngehê de gelek ciwan hene. Ji Kurdistanê tên tirkiyeyê pişta xwe didin çanda û zimanê xwe. Em bang li wan dikin ku bila haya wan li çanda û zimanê xwe hebin. Bila ew jî werin beşdarî vê waneyê bibin. Bila keda wan jî di nav zimanê wan de hebin." Yaşar diyarkir ku ew dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê polîtîkayê jî û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Waneya polîtîka û hunerê bi taybetî polîtîka çawa dimeşe, an çima îro kurdî nabe zimanê polîtîkayê, an jî ji bo hunerê çima pir nayê bikaranîn ev pirsgirêkeke mezin e. Ji bo vê jî divê em pêşî dest bi hînbûna kurdî bikin. Dema em dest bi hînbûna kurdî bikin, îro em xwendekarên siyasetê ji hêla polîtîkayê ve bi kurdî baştir dikarin siyasetê bikin. Heke em zimanê xwe baş neaxivin em nikarin di aliyê kurd û kurditî de polîtîkayeke baş bidin meşandin û xwe pêş bixin."

'Doç. Dr. Kivilcim hînî kurdî dibê'

Hîndekarê Fakulteya Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê Doç. Dr. Zeynep Kivilcim jî wek xwendekarekê beşdarî dersên kurdî dibe û dixwaze hînî kurdî bibe. Kivilcim destnîşan kir ku ew piştgiriyê dide xebatên xwendekaran û wiha got: "Ji ber ku ez dixwazim hînî kurdî bibim ez piştgiriyê didim vê waneyê." Kivilcim çima dixwaze hînî kurdî bibe vegot û wiha axivî: "Xwendekarên mîn û hogirên mîn yê kurd hene. Ji bo ez karibim bi wan re bi zimanê wan biaxivim hînî kurdî dibim. Ji ber ku em her car bi zimane min diaxivin, ez dixwazim bi zimanê wan jî bi wan re biaxivim. Heke ez kurdiya xwe pêş bixim û werim asteka ku pirtûkan bixwînim wê pir baş bibe."

(sde-za/hş/wk)