Li Zanîngeha Dîcle der barê kesên ne ji cemaetêne lêpirsîn!
11:12 27.12.2013 1 / 7 ENGÎN EREN
AMED (DÎHA) - Li Zanîngeha Dîcle der barê mamosteyên zanîngehê yên ne di nav "rexistinbûna cemaetê" de, lêpirsîn tên vekirin. Mamoste Mehmet Zekî diyar kir ku bi sedema memûrên dewletê tehdît kiriye cezayê disîplînê dane wî û got, "Armanca rêveberiya zanîngehê ev e ku em dest ji kar berdin û li şûna me kesên ji cemaetê bi cih bikin."
Li Zanîngeha Dîcle piştî rektoriyê der barê xwendekaran de lêpirsîn vekir û şûnde niha jî mamosteyên zanîngehê bi gelek lêpirsînan re rû bi rû ne. Der barê Sekreterê Beşa Dibistana Bilind a Çandiniyê ya Zanîngeha Dîcle û nûnerê Egîtîm Sen ê Zanîngehê Eren Aktaş de ku 6 lêpirsîn hatin vekirin, der barê Mamosteyê Zanîngehê û Pisporê Nexweşiyên Nebat û Vîrûsan a Beşa Parastina Nebatan Mehmet Zekî de jî lêpirsîn hat vekirin û cezayê disîplînê lê hat birîn. Mamosteyê Zanîngehê Zekî di vê der barê de wiha axivî: "Bi qasî ku ev têr nekir niha jî lêpirsîn tên destpêkirin. Kesê tê lêpirsînkirin heta bi rêveberiyê re nebe yek, rastî îxtar, qutkirina meaş û dûrxistina ji zanîngeha tên."
'Hewl didin bi lêpirsînên kêfî me bêzar bikin'
Zekî, da xuyakirin ku di çarçoveya lêpirsînê de Mamosteyê Fakulteya Îlahiyatê Ahmet Înan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin û du mamoste jî ji kar derxistine. Zekî di wê mijarê de wiha axivî: "Ji derveyî van bi sedan wezîfedarên hatine teqawîtkirin û ji neçarî derbasî hin saziyên din bûne hene. Sedema lêpirsînan pir komîk e. Bi sedemên wek, 'We hereketên destan kirine', 'Hûn ne li odeya xwe bûn' û bi lêpirsînên kêfî yên ne huqûqî hewl didin me bêzar bikin. Der barê min de 2 lêpirsîn hatine vekirin."
'Rêveberiya nû bûye koalîsyona cemaetan'
Zekî da xuyakirin ku bi sedema memûrên dewletê tehdît kiriye cezayê disîplînê lê birîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tevî ku min îspat jî kir ku ev ne rast in jî hewl didin hincetên sûc çêbikin. Armanca zanîngehê ev e ku em dest ji kar berdin û hin kesên din li şûna me bi cih bikin. Tevî ku ev têr nake alîgirên xwe li fakulteyên ne pêwîst bi cih dikin. 6 sal in bi şêwazê mobîng lêpîrsînan vedikin. Rêveberiya nû bûye koalîsyona cemaetan." Zekî îdîa kir ku zanîngeh ji aliyê 2-3 cemaetan ve tê rêvebirin.
'Ji ber em mafên xwe yên gelemperî diparêzin der barê me de lêpirsînan vedikin'
Sekreterê Beşa Dibistana Bilind a Çandiniyê ya Zanîngeha Dîcle û nûnerê Egîtîm Sen ê Zanîngehê Eren Aktaş jî da xuyakirin ku bi sedemên wek, tevlîbûna grev, meş û parastina mafên xwe yên gelemperiyê der barê wan de lêpirsîn tê vekirin û diyar kir ku ew feraseta rêveberî û perwerdeyeke akademîk û azadîxwaz dixwazin. Aktaş wiha domand, " Ji ber em dizanin em sûcekî bi şerm nakin em ê van sûcên xwe berdewam bikin. Em naxwazin tu hevalekî me li hember van tiştên rû didin bitirsin. Daxwaza zanîngeheke bi zanistî, azadîxwaz û beşdar ne sûc e. Gelek çalakiyên me yên em dikin li ser vî esasî ne. Em dizanin ku ji ber hin hevalên me gotine, 'Bila cemaet derkeve, zanist bikeve hundir' hatine hişyarkirin. Em dixwazin cemaet û terîqat ji zanîngehan derkevin û di zanîngehan de wek hêmana esasî zanist bi cih bibe."
'Li zanîngehê bi zîhniyeteke ewlehîperest perwerde tê dayîn'
Aktaş di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ji destpêka vekirina zanîngehê heta niha li her koşeyekê polîs bi maşîneyên TOMA û zirxî disekinin û destnîşan kir ku ebv wêne berevajî hêlîna perwerdeyê ye.
'Em nikarin der barê lêpirsînan de agahiyan bidin'
Têkildarî îdîayan Midûra Çapemenî Ragihandin û Pêwendiyên bi Gel re, Fusun Ozçelebî ku em pêre axivîn got, "Li Tirkiyeyê û cîhanê polîs ne tenê dikeve zanîngeha me. Ji bo mudaxeleyî bûyerekê bike tê zanîngehê." Navenda Çapemenî û Ragihandina Zanîngeha Dîcle (BÎM) jî diyar kir ku ew nikarin der heqê lêpirsînan de agahiyan bidin û li zanîngehê tu cudatî nîn e."
(yş/mae)