Li Zaxoyê êrîşa DAIŞ'ê: 9 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin ku di kemîneke çeteyên DAIŞ'ê ya li gundê Sihêla yê Zaxoyê de, 9 pêşmergeyên ser bi PDK'ê jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, duh êvarê saet li dora 19'an çeteyên rêxistina Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li gundê Sihêla yê Zaxoyê kemîn daniye pêşiya pêşmergeyan.
Pêşmergeyê birîndar Mehmet Emîn ji nûçegihanê ANF'ê yê li herêmê re ragihandin ku di bûyerê de 9 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane.
Hat diyarkirin ku piştî destwerdana hêzên YPG'ê yên li ser sînor, çeteyên DAIŞ'ê windahiyên giran dane.
Li gorî agahiyên hatin wergirtin, gundên li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê yên heta Sihêla, Şebana, Şilingiye, Tawis ji ber êrîşan hatine terikandin.
Gundê Sihêla li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ye û li pêşberî wê gundê Girêsor ê Rojava ye.
Hêjayî gotinê ye di Nîsana 2014'an de, ji vê derê kolandina xendekên di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de destpê kiribû.