Li zêdeyî 80 bajarên Ewropayê çalakiyên ji bo Kobanê
NAVENDA NÛÇEYAN- ANF Di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de, ji Parîsê heta Oslo, ji Harkivê heta Varşovayê li herî kêm 80 bajarên Ewropayê bi deh hezaran mirov daketin kolanan. Di serî de Afganîstan li gelek herêmên din ên cîhanê çalakî hatin lidarxistin.
Li Ewropayê li Elmanya, Fransa, Îtalya, Îngilîstan, Danîmarka, Spanya, Belçîka, Hollanda, Swîsre, Awûstûrya, Qibrsi, Yewnanîstan û li welatên Skandînavyayê Kurd û dostên wan tevlî çalakiyan bûn.
LI 18 BAJARÊN ELMANYAYÊ ÇALAKGER HERIKÎN KOLANAN
Navnîşaneke bingehîn a çalakiyên pişteavniya Kobanê Elmanya bû. Li vî welatî herî kêm li 18 bajaran çalakî hatin lidarxistin. Li Stuttgart, Nurnberg, Munchen, Frankfurt, Berlîn, Koln, Dusseldorf, Bielefeld, Braunschweig, Hannover, Bremen, Hamburg, Leipzig, Erfurt, Saarbrucken, Marburg, Freiburg û Lahrê çalakî pêk hatin. Di çalakiyên ku bi deh hezaran mirovan beşdar bûn de li gel Kurdan, Tirkiyeyî, Elman, Ereb, Suryanî, Ermenî, Îranî jî amade bûn.
LI 13 NAVENDÊN FRANSAYÊ ÇALAKIYÊN JI BO KOBANÊ
Li Fransayê li bajarên Parîs, Marsîlya, Bordeaux, Strasbourg, Rennes, Toulouse, Nantes, Lille, Caen, Lyon, Duarnenez, Draguignan û Montpellierê, bi deh hezaran kes ji bo Kobanê meşiyan. Di çalakiya li paytext Parîsê de Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, li gel beşdaran li dû pankarta bi nivîsa "Li dijî DAIŞ'ê Cîhan ji bo Kobanê û Mirovahiyê Dimeşe" meşiya.
ÇALAKIYÊN LI ÎTALYA LI 19 BAJARAN PÊK HAT
Li Îtalyayê herî kêm li 19 bajaran mirovên ji gelên cuda ji bo Kobanê civiyan. Navnîşana çalakiyan bajarên Bologna, Brescia, Cagliari, Catania, Firenze, Lecce, Messina, Milano, Napoli, Padova, Palermo, Ragusa, Reggio Calabria, Roma, Rovigo, Torino, Udine, Vicenza bûn. Di çalakiyên ku bi deh hezaran mirov beşdar bûn de, piştgirî ji sîstema kantonan a demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê re hat dayîn.
QIBRIS, DANÎMARKA, BELÇÎKA, SPANYA, POLONYA...
Li paytexta Qibris Lefkoşayê, Însiyatîfa Xwendekarên Zanîngeha Yakin Dogû bi dirûşma " Bijî Kobanê" meş lidar xist.
Di mîtînga li paytexta Danîmarka Kopenhagenê de bi sedan kesî peyama "Kobanê ne bi tenê ye" dan. Li bajarê Arhus ê Danîmarkayê jî bi beşdariya hezaran kesî meş û mîtîngek hat lidarxistin.
Li paytexta herêma Baskê ya xweser a Spanyayê Bîlbao, girseyeke qelebalix daket kolanan. Li paytexta Spanya Madrîdê jî çalakiyeke bi heman rengî hebû.
Bi hezaran kes li paytexta Belçîka Brukselê li ber Gare de Nord hatin cem hev û heta meydana Schumanê meşiyan.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi organîzeya çepên Awûstûrya û Tirkiyeyî, bi hezaran kes herikîn kolanan. Li bajarê Grazê bi beşdariya 2 hezar, li bajarê Lînzê jî bi beşdariya hezar kesî meş û mîtîng hatin lidarxistin.
Navnîşana çalakiya Kobanê ya li paytexta Îngilîstan Londonê, Meydana Trafalgar bû. Li bajarê Îngilîstan Manchester, Cambridge, Durham û Leedsê jî çalakiyên 1'ê Mijdarê hatin organîzekirin.
Li bajarê Ukrayna Harkivê jî girseya gel ji bo Kobanê meşiya.
WELATÊN SKANDÎNAVYA
Welatên Skandînavya jî ji bo Roja Kobanê li kolanan bûn. Li paytexta Norwêc Oslo, li Meydana Karkeran dirûşmên ji bo Kobanê deng vedan. Li bajarê Bregen jî çalakiyek hat lidarxistin.
Bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê li bajarên Swêd Uppsala, Angered, Gävle, Malmö, Göteborg, Stockholmê gel daketin kolanan.
Li paytexta Fînlandiya Helsînkî jî bi heman armancê mirov meşiyan.
Her wiha li paytexta Polongya Varşova, li paytexta Komara Çekê Prag, li bajarê Hollanda Den Haag, li paytexta Yewnanîstan Atînayê û li bajarê Portekîz Lîzbonê jî meşên piştevaniya Kobanê hebûn.
JI AFGANÎSTANÊ HETA HONDURASÊ ÇALAKIYÊN KOBANÊ
Ji bilî parzemîna Ewropayê, li herêmên din ên cîhanê jî li dehan welatan çalakî ji bo Kobanê hatin lidarxisin. Li Afrîka, Asya, Amerîka û Awûstûralyayê bi hezaran kesên bersiv dan banga ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, daketin kolanan.
Yek ji welatên ku bi çalakiyan bal kişand Afganîstan bû. Jinên bi çerşef li vê derê ji bo gelê Kobanê meşiyan. Li eyaletên Herat, Farah, Nangarhar, Balkh, Takhar, Nimruz û Bamyan ên Afnganîstanê çalakî hatin organîzekirin.
LI ÇAR NAVENDÊN AWÛSTÛRALYAYÊ ÇALAKÎ
Li çar navendên Awûstûralyayê çalakiyên piştevaniya Kobanê hatin lidarxistin. Çalakgerên li bajarê Sydneyê meşiyan tîşortên spî yên bi nivîsa "1'ê Mijdarê Roja Piştevaniya Kobanê" li xwe kirin. Çalakî rastî eleqeyeke mezin a Awûstûralyayiyan jî hat. Di çalakiya li bajarê Perth de li gel Kurdan Awûstûralyayî jî beşdar bûn. Çalakiya li bajarê Melbourgne, li Meydana Federasyonê pêk hat. Li bajarê Adelaidê jî meşeke meşaleyî hat lidarxistin.
LI PARZEMÎNA AMERÎKAYÊ GEL JI BO KOBANÊ CIVIYAN
Li Latîna Amerîkayê li Honduras a xwedî nifûseke ji 7 mîlyonan, çalakî ji bo Kobanê hat lidarxistin. Di çalakiya li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li paytext Tegucigalpa de, hat xwestin ku bi kantonên Rojava re têkilî bê danîn û korîdor were vekirin.
Li aliyê din gerîlayên jin ên Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê-Artêşa Gel (FARC-EP) silav ji PAJK, PKK û gerîlayên YJA Starê re şandin. Di peyama gerîlayên jin ên FARC-EP de hat gotin, "Em jinên şoreşger, şervanên jin ên têdikoşin, xwişkên xwe weke şoreşgeran hembêz dikin."
LI TÛNIS Û CEZAYÎRÊ DESTEKA JI BO KOBANÊ
Li welatê Bakurê Afrîkayê Tûnisê jî, endamên Forma Civakî ya Cîhanê-Tûnis, ji bo Kobanê çalakî lidar xistin.
Li herêma Kabiliye ya Cezayîrê li bajarê Aokasê, gelê Amazigê ji bo Kobanê xwepêşandanek lidar xist.