"Li Çewlikê 110 leşker hatin kuştin"
HPG: Li Çewlikê 110 leşker hatin kuştin
Behdînan - HPG’ê derbarê çalakiya di 18’ê Îlonê de li ser rêya Çewlik-Mûşê ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hate lidarxistin de daxuyaniyek da û aşkere kir ku 110 leşker hatine kuştin û zêdetirê 50 leşker birîndar bûne. HPG’ê ragihand ku çalakî çarçoveya “Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Armanç û Şehîd Harûn” a ku di 14’ê Îlonê de hatibû destpêkirin pêk hatiye.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya li Çewlikê di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Armanç û Şehîd Harûn pêk hat de agahiyên berfireh da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn; “ Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Armanç û Şehîd Harûn a di 14'ê Îlonê de hatibû destpêkirin, di 18'ê Îlonê de di saet 12.00'an de li ser riya Çewlik, Mûş û Solxanê li dijî karwaneke leşkerî ya ji operasyonê vedigeriya ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.
Ev karwanê leşkerî ya ji 10 wesayitên zirxî, 5 otobus û transîteke 300 leşker barkirî û hemû çekdarin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şopandin û li dijî 3 otobus, 3 wesayitên zirxî û transîtekê çalakî hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 otobus tevî hemû leşkerên tê de hatine kuştin, otobus jî şewitîne û têkşikiyane. Otobusek û wesayita transîtê jî giran derbe xwariye. Di encama lêdanên bandor ên gerîlayên me de jî 3 wesayitên zirxî derbe xwarine û bêbandar mane. Wesayitên zirxî û otobusên din ji cihê herêmê reviyane.
Di hemû çalakiyan de yên bi çav hatine dîtin 110 leşkerên dijmin hatine kuştin û zêdetirî 50 leşkerî jî birîndar bûne. Kuştî û birîndarê li herêmê bi 100 embûlans û helîkopterên skorskyan ji herêmê hatine dûr xistin û rakirine nexweşxaneyên Çewlik, navçeya Solxanê, Mûş, Erzirom û Elezîzê.
Artêşa dagirker a tirk piştî çalakiyê bi saetek û nîvê kariye were cihê bûyerê, wesayitan bitefîne û xurdeyên wesayitan ji herêmê rabike û heta saet 19.00'an jî riya herêmê li çûn û hatinê qedexekiriye.
Di navbera panzêrên ji herêmê reviyaye û gerîlayên me de pevçûneke demkurt qewimiye. Piştî çalakiyê 3 helîkopterên kobrayan cihê çalakiyê û derdora wê bê ser û ber bombebaran kiriye, 6 helîkopterên skorsky jî leşker veguheztine herêmê. Operasyona li herêmê hatiye destpêkirin jî hîn berdewam dike, dîsa serweriya herêmê di destê gerîlayên me de ye.”
ANF NEWS AGENCY