1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li çiya’yê Meskanê berxwedan didome
Li çiya’yê Meskanê berxwedan didome,li,çiya,yê,meskanê,berxwedan,didome

Li çiya’yê Meskanê berxwedan didome

A+ A-

3 Gulan

COLEMÊRG (DÎHA) - Li Çiyayê Meskana Colemêrgê berxwedana li dijî avakirina qereqolan di roja 8’mîn de jî berdewam dike.

Li çiya’yê Meskana Colemêrgê sewqiyata leşkerî û vakirina qereqolan di roja 8’mîn de jî bi konên nobetê yên hatine vedan bi awayek berxwêdêrî berdewam dike.Gundiyên ku ji der û dor jî hatin piştgiriyê dan çalakiyê.Welatiyên ku heta sibê li ser lingan in û bi staran û gerandina govendan nobeta xwe heya sibê berdewam dikin.Bi sehara sibê re jî destpêkê paqijiya der û dor dikin.

Divê navberêde doh nobetê endamên meclîsa Şaredariya Colemêrgê ji Meclîsa Ciwanên BDP’a Colemêrgê wergirtin. Li ser navê endamên meclîsa Şaredariyê Serokê Meclîsa Şaredariyê Lokman Ozdemîr axivî û got; "Ji ber ku mirin neyên jiyîn ew tevlî çalakiyê bûne û pêvajoya çareseriyê ji hêla Ocalan û gelê Kurd ve hatiye destpêkirin û li şûna wê Hukumet bi avakirina qereqolan û qaleqolan pêvajoyê di bersivîne. Ozdemîr banga hestiyariyê li walîtiya Colemêrgê kir û got; "Em ji vir bang li Serokkomar û Serokwezîr jî dikin ku,di pêvajoya çareseriyê de hesas tevbigerin."

Dîsa hate ragihandin ku, sewqiyata leşkeriyê ku li çiya’yê Meskanê domdar e, din ava rojê de helîkopterên Sorskî leşker û amûrên lojîştîk sewqê heremê dikin û helîkopterên Kobra jî li çiya’yê Kayoyê di seran serî rojê de keşîfan dikin.Hate îdîakirin ku,Waliyê Colemêrgê Necmetîn Kalkanê berê soza rawestina avakirina qereqolan dabû hatiye çiya’yê Meskanê û hîn çavdiriyan kiriye.

(mp/mae)