Li çolê ‘Deryayek’.... (Dosye 2)
NÎLAY EGELÎ - ANF/NAVENDANÛÇEYAN Welatiyên Bakurê Kurdistanê koçberiya ku di 1994’an de dan destpêkirin di gulana 1998’an de li Mexmûrê bi dawî kirin û di nava çend mehan de ji bo nifûseke ji dehhezarî zêdetir ji kevir û kerpîçan xanî hatin çêkirin.
4 salan şûnde êdî dîwar kerpîç û banê wan naylon be jî xaniyekî wan hebû. Bi salan bû li ser milê wan tenê tiştek hebû; Piştevanî û yekîtî bû. Ev pêvajojî wisa bû:
“…Destpêkê civînên gel hatin çêkirin. Me got; Em ê li vir bicih bin, vir bikin cihê jiyanê. Ev der bi rastî jî ne cihekî ku mirov lê bijîn, lê em ê bi keda xwe ava bikin. Em ê jiyanê biafirînin.”
...Destpêkê divê me saziyên xwe çêbikira. Mamosteyan bi derfetên xwe çar dibistan ava kirin. Li her dibistanekê herî kêm 400-500 xwendekarî dê bixwenda. Piştî sazî qediyan her kesî alîkarî da hev. Rojekê heta nîvro xaniyek temam dibû, piştre yê din. Heta payîzê dê mala her kesî hebûya.
Dor hat karên din. Li vê erdnîgariya ku ji kevir, ax û ewrên tozê pêk dihat bi destê xwe can dan.
LI NÎVE ÇOLÊ QADEKE KESK A BIÇÛK
Dareke biçûk a ligel çavkaniya avê hat çandin, di demek nêz de şîn bû, mezin bûn. Baskê wê darê li cihên din hatin çandin û giraveke biçûk a kesk hat afirandin. Îro dema mirov li Mexmûr û derdora wê dinêrin, ev dîmen tên dîtin.
Ev kampa ku bi hevkariyê hat avakirin, roj bi roj mezin bû. Nifûsa wê zêde bû. Êdî xaniyekî her kesî hebû. Ne mimkun bû ku her kes bi alîkariya NY’ê bê xwedîkirin.
Li kampên din ji bo xebatê destûr nedidan û nedihiştin kes biçin nexweşxaneyan jî. Ji bo xebatê cara yekem li vê kampê destûr hat dayîn. Hinek li zeviyên pembû xebitîn, rojane bi 1500 dînarî, yanî bi pakêtek cigare.
Mexmûriyan li aliyekî debara xwe dikirin û aliyê din jî xebatên rêxistinê. Her çiqas kartên penaberiyê yên NY’ê li ser xwe bigerînin jî, ew ne penaber bûn. Li ser axa ya ku bicih bibûn 20 salan beyî ku tavîz bidin xwe rêxistin kirin.
DIBISTAN ZEVÎ, TEXTEYÊN WAN KARTON BÛ
Dibistan jî ne wek dibistanên ku hûn dizanin. Di bin rojê de, li qûntarekê bû. Ciwanên Kurd li ser kartonan ders dida... Mamoste ji xwendekarên ku li Tirkiyeyê heta lîseyê xwendibûn, pêk dihat. Em niha ji wan, wê demê guhdarî bikin:
“Me li Zaxo texteyekî normal kirî. Wê şevê Hawar bo me boyax kir. Me sibehê girt. Me ji bo her xwendekarekî lênûskek girt. Hemû dersên xwe li lênûskekê dê binivisandana. Jixwe dê li erdê rûniştibana. Me got ev der dibistan û hûn jî xwendekar in....
…Ez qet jibîr nakim, wê demê dibistan tune bû, mamosteyan xwendekarên xwe girtin û li qadeke di bin rojê de ders didan xwendekarê xwe. Ji kartonan texteyek biçûk çêkiribûn. Li ser wê ders didan. Belkî dersên didan dayîn kêm bûn, vê baweriyek îfade dikir.
… Ez di 1994’an de ji Tirkiyeyê derketim. Min lîse qedandibû, ez ketibûm ezmûnên zanîngehê. Hê encam nehatibûn me wir terk kir. Me destpêkê li Heftanînê (Li herêma ku kampa Bihêrê û Şeranîş hebû) perwerde da. Çend hevalên ku lîse qedandibû, ji bo dersê bibin zarokên penaber ketin nava lêgerînê. Destpêkê me Kurdî fêr kir, piştre jî me fêrî zarokên xwe kir. Me bi alfabeya Latînî ya Celadet Bedirxan amade kiribû perwerde bi Kurdî dayê. Niha yekane cihê ku bi tîpên latînê dersa Kurdî ji dibistana seretayî dide Mexmûr e.
KARNEYA YEKEM JI ETRÛŞÊ
Sazbûna dibistanan di dema kampa Etrûşê de pêk hat. Dibistana seretayî û navîn li kampa Etrûşê hat vekirin û cara yekem zarokên Kurd bi zimanê xwe yê dayikê di 23’ê Hezîrana 1996’an de karneyên xwe girtin.
Ji wê rojê û şûnde pir tişt guherîn. Li Mexmûrê îro ji 4 dibistanên seretayî, dibistaneke navîn û lîseyekê 100 kesên perwerdehî ditin, îro mamostetiyê dikin.
Li ser dîplomaya xwendekarên ku perwerdehiya Kurdî dîtine mohra NY’ê heye. Xwendekarên ku hejmara wan nayê zanîn dîplomeyên wan tenê li Tirkiyeyê derbas nabin û ev xwendekar li Zanîngehên Başûr serkeftinek mezin bidestxistine.
MECLÎSA GEL TÊ AVAKIRIN
Ne tenê dibistan, rêxistinên civakî jî li Etrûşê pêngava yekem bûn.
Di 29’ê Gulana 1995’an de ‘Meclisê Gel ên Etrûşê’ hatin avakirin.
Heman salê saziya asayîşê, li pey vê ‘Saziya Malbatên Şehîdan’, ‘Navenda Jinan a Mexmûrê’ û gelek saziyên din hatin vekirin.
Di salên 2000’î de hilbijartinên şaredariyê destpêkirin.
Zextên li ser kampê ne wek cihên din be jî li vir jî her tim zext di rojevê de bûn. Van welatiyên ku tu carî sempatiya xwe ya li dijî tevgera azadiya Kurd veneşart, her tim nêrina ‘krîmînal’ li ser wan hebû. Penaber bi gotinên wekê ‘kampa PKK’ê’, ‘Gerîlayên çekdar tên parastin’ xistin bin zextan. Ev zext heta serdegirtina leşkerên DYA û yekîneyên artêşa Iraqê berdewam kir.Dewleta Tirk jî li şûna ku ji bo vegera van kesan pêngavê bavêje, her tim valakirina kampê d rojevê de girt.
DI DÎROKA PENABERAN DE TIŞTEKÎ YEKEM
Ligel hemû zor û zehmetiyan wan qedera xwe bi destê xwe guhert. Û dîrokek nivîsin:
“...Ez nizanim, hewce ye mirov bêjin penaberî! Ji ber ku me penaberî qebûl nekir, em heta niha jî qebûl nakin. Wek jiyaneke berxwedêr bê nasandin dê baştir be.
…Belkî cara yekem e ku evqas kesên ku koç kirine xwe rêxistin dikin, dibistan, şaredarî, dadgeh û parastina xwe ya rewa dikin, meclisê xwe ava dikin, bi zimanê xwe dibistanan vedikin. Mamosteyên xwe ji nava xwe derdixin, pergala xwe ya perwerdehiyê ava dikin, pirtûkên xwe bixwe derdixin. Ev bi tena serê xwe dîrokeke.
***
Li çîroka 15 hezar penaberên Bakurê Kurdistanê, hefteya borî çîrokek din zêde bû.
DAIŞ’a di bin rêveberiya Erebên Sunnî de, êrîşî Mexmûriyan kir û Mexmûrî ji nû ve ketin rêyên koçberiyê. Jin, kal, pîr û zarokên kampê bi biryara Meclîsa Gel hatin veguhestin. Kesên ciwan jî ji bo parastina axa xwe ketin mewziyan.
VEGOTINA MEXMÛRÊ, VEGOTINA DENÎZÊ YE
Min ev dosya di şeva 7’ê Tebaxê şeva ku pevçûnên bi DAIŞ’ê re destpê kir, da destpêkirin. Lê roja din piştî ku me Denîz wİnda kir, dosya nîvco ma.
Lê pêwîst bû bihata nivîsin. Divê ev mirovên ku bi salan cih bi cih geriyan û Denîz bihata vegotin, nivîsandin.
Vegotina Denîzê, vegotina Mexmûrê bû.
Denîz jî zarokek sirgûnê bû. Di 7 saliya xwe de ketin rêyan. Malbata Yildizhan ji gundê Xecîxatun a Wanê derbasî Îranê bûn û piştî demekê derbasî Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê bûn.
Li Geliyê Azadî ji bo malbata Yildizhan xaniyek hat çêkirin. Lê di 7’ê Tebaxa 1991’ê de 7 leşker ji aliyê gerîlayan ve dîl hatibû girtin û piştî vê operasyon hat destpêkirin û 15 rojan berdewam kir. Malbat neçar ma ji vir koç bike.
DELÎLÊ BIÇÛK DI BOMBEBARANÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA
Derbasî Diyanayê bûn.
Piştî Diyanayê hatin Zelê, di 28’ê Çileyê 1994’an de balafirên Tirk bomberan kir û di nava 26 gundiyên jiyana xwe ji dest da birayê Denîzê jî hebû.
Delîl hê 4-5 salî bû.
Êşa xwe di dilê xwe de hiştin û dîsa ketin rêyan. Bi koçberiya Botanê û avabûna kampên Heftanînê re malbata Yildizhan bi malbatên ku bi wan re heman qederê parve dikin re hatin cem hev.
Naîf Yildizhan û malbata wî piştî gihiştin Heftanînê hinek zarokên wan êdî ne ligel wan bûn.
BÎNEVŞ, SARYA Û DENÎZ
Sê xwişkên hev Bînevş, Sarya û Denîz ku birayên xwe Delîl winda kirin, li wir man. Destpêkê Bînevş (Ayfer Yildizhan) jiyana xwe ji dest da, Sarya jî di sala 1999’an de li Metînayê jiyana xwe ji dest da.
Çîroka vê keça pir xweşik Xelîl Dag di fîlmê xwe yê ‘Eyne Bejnê’ de pir xweş vedibêje.
Û Denîz...
Denîz jî li çiyayan ma. Piştî her du xwişkên xwe winda kir, jibo wê jî ji bilî têkoşînê tu rê nema; bi pênûs û kameraya xwe şervanî kir...
Li gel temenê xwe yê ciwan êşên mezin kişand, lê xweşikahiyên li çiyayan lê zêde kir. Ew jî zarokek ku zû mezin bibû. Dibe ku ji ber vê be ku tu car aliyên xwe yên zarokatiyê winda nekir. Yên nas dikin dizanin; bi kelecan, ceserat û zindî bû. dihat hezkirin. Xemginiya ku dem bi dem dihat rûyê wê hema ji ser xwe diavêt.
Digot; Ez ji bo behra Wanê amadekariyan dikim. Rojekê ez ê li Behra Wanê soberiyê bikim.”
NIHA KEÇA ÇAREMÎN LI ÇIYAYAN E
Denîz pir zêde ji xwişka xwe ya biçûk Binevş ku navê xwe ji xwişka xwe ya mezin girtibû, hez dikir.
Xelîl Dag ji bo Binevş-Sarya û Denîzê wiha digot; “Min tu car ew her sê xwişk di kadrajekê de bi cih nekir. Wisa belav bibûn ku li vê erdnîgarî û demê, min her carî yek didît.”
Dibe ku ji ber vê be, Denîzê çiqas Binevş bidîta wêneyê wê dikişand. Wêneyên ku min di nava vê nivîsê daye jî hevdîtina wan ya herî dawî ye. Ev wêne aîdî meha Hezîranê ye.
Mexmûrî, Denîz û xwişkên wê lehengên herî mutevazî yên dîrokê ne.
Gelê Kurd dê vê keça xwe ya leheng ji bîr neke...