Li Êlihê 6 kes hatin binçavkirin
A+
A-
13:33 03.11.2013 ÊLIH (DÎHA) - Waliyê Êlihê daxuyanî da û diyar kir ku têkildarî bûyera duh a li Êlihê ku welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 2 welatî birîndar bûn 6 kes hatin binçavkirin.
Walîtiya Êlihê têkildarî bûyera duh ku li taxa Petrolê ya Êlihê pêk hat û kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn de daxuyaniyek nivîskî da. Walîtiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku 6 kes binçavkirine û lêkolîna wan têkildarî bûyerê didome.
Duh li taxa Petrolê ya Êlihê komek tu tê îdîakirin endamên HUDA-PAR'e ya Êlihê li dijî ciwanên BDP'ê êrîş pêk anîbûn. Di êrîşa çekdarî de ciwanê bi navê Ozcan Temel (26) jiyana xwe ji dest dabû û 2 kes birîndar bûbûn.
(mae)
Bêjeyên Miftehî li,êlihê,6,kes,hatin,binçavkirin