1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Êlihê bi dehan kes hatin binçavkirin
Li Êlihê bi dehan kes hatin binçavkirin,li,êlihê,bi,dehan,kes,hatin,binçavkirin

Li Êlihê bi dehan kes hatin binçavkirin

A+ A-

ÊLIH (DÎHA) - Yekîneyên Midûriyeta Polîsan Serê sibê bi ser avahiyên BDP'ê yên navçe û bajar ên Êlihê, Nûnertiya Azadiya Welat a Êlihê, MEYADER, Komeleya Alimên Oldar a Êlihê (DAD) û gelek mahan de girtin. Polisan di serdegirtina malan de gelek kes binçavkirin.

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan serê sibê saet di 05.00'an bi ser Buroya Rojnameya Azadiya Welat, avahiyên BDP'ê yê navçe û navenda Bajar, MEYADER, Komeleya Alimên Oldar û gelek malan de girtin. Polisan di serdegirtina malan de bi dehan kes binçavkirin. Polîsan bi fermana Dozgerê Komarê di bin navê doza "KCK'ê" de Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Wekîlê Serokê BDP'ê yê Êlihê Selim Aratemur, Nûnerê Tum Bel-Sen'ê yê Êlihê, Muzaffer Çinar, Rêveberê Tum Bel-Senê Alî Sarıpinar, Serokê Şaxa Genel-Îşê Halis Yakut, endamên BDP'ê Zeynelabidin Çelik, Rêveberê Komeleya Oldaran Ahmet Eşiok, Serokê MEYADER'ê Yaşar Kurt, Rêveberê Egîtîm Senê Onur Künteş ve Metin Nas, Rêveberê BDP'ê Zeki Dinç, Salih Dinç û Ahmet Ozer, Xebatkarê Navenda Çanda Baharê Adîl Aslan, Orhan Dogan, Mamosteyê Mala Piştgiriya perwerdehiyê Devran Moray û endamê BDP'ê Hakim Sincar jî di navde bi sehan kes binçavkirin. Lêgrîna li avahiyên BDP'ê, Nûnertiya Rojnameya Azadiya Welat, MEYADER, DAD), Egîtîm Sen'ê û malan hêj didome.

(mae)