Li Êlihê dansa Japonan rastî eleqeyek mezin hat
BÎLAL GULDEM
ÊLIH (DÎHA) – Dansvanê Japonî Takayoshî Sakabe, dansa bi navê Butoh a hemdem a Japonan ji bo Êlihiyan da pêşandan. Cara yekemîn ji Japonê dansek wisa li bajarê kurdan Êlihê tê lîstin û dibe mêvanê Êlihê.
Dansa Butohî ya kevneşopiya Japonan li Êlihê hate pêşandan. Dans bi organîzasyona Sanat Cafe û Koma Şanoyê ya Arafê ve li Salona Sînemya Yilmaz Guney hate pêşandan. Ji bo dansê gelek kes amade bûn û bi kelecanek mezin temaşe kirin. Ev dans ji aliyê kese Takayoshî Sakabe ve yê bi eslê xwe ji Japone hate pêşandan. Di dansê de li gel lîstîkvanê Japonî Sakabe ve ku wek fîguran lîstin lîstikvanên ji Êlihê bûn û hemû bi kincên reş derketin ser dikê. Dansa Botuhî ku wek dansa hemdem a Japonan tê zanîn li gel mûzîka welatên rojava tê lîstin. Dansê gelek hestên cûda da temaşevanan û xist nava hûrbûn û kûrbûnê. Taybetmendiyekî dansê ew e jî ku ji destpêkê heta dawiyê bi awayekî bê şîrove û bê deng tê pêşandan. Dema dans bi dawî bû temaşevanan eleqeke baş nîşanda û li çepikan dan. Balkêş e ku cara yekemîn dansek wisa ya hemdem a Japonan tê bajarek Kurdîstanê û ji bo Êlihiyan hate pêşandan.
'Lîstik gelek hate ecibandin'
Beripirsyarê organîzasyonê Vedat Çelebî têkiladarî pêşandana dansê agahî da. Çelebî, diyar kir ku wan armanç kiriye ji bo Êlihiyan xwestine lîstikek cûda be û got heta îro tiştek wisa li Êlihê pêk ne hatiye. Çelebî, anî ziman ku Êlihê di aliyê hûnerê de her ku diçe li pêş dikeve û da zanîn ku welatiyan lîstikek wisa biyanî gelek eciband. Çelebî, destnîşan kir ku bi taybetî ev dans bermahiyeya êşa şerekî ye û got mûzîka vê dansê li gorî mûzîka modern a welatên rojava hatiye amadekirin û diyar kir ku di dansê de çanda rojhelat heye û hem jî mûzîka rojava tê de rista xwe dide nîşandan.
Ji 1959'an heta roja îro
Dansa ku ji kevneşopiya Japonan bi dehan salan e tê parastin her sal tê pêşandan. Dans bi naveroka xwe ya wek êşê û dansa hemdem a Japonan tê nasîn. Ev dans piştî şerê duyemîn ê cîhanê ku êşên hatine jiyandin bidin parvekirin hatiye derxistin. Di dansê de lîstîkvan hemû bedena xwe bi boyaxa spî dixemlînin û dertên pêşberî temaşevanan. Ev dans cara yekemîn ji aliyê kesê Tatsumî Hijîka ve di sala 1959’an de di mîhrîcanek dansê de di bin navê rengên qedexe ve ji bo temaşevana hatiye pêşandan.