1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Êlihê ji bo Şengalê TIR û kamyonek zexîre hate şandin
Li Êlihê ji bo Şengalê TIR û kamyonek zexîre hate şandin,li,êlihê,ji,bo,şengalê,tir,û,kamyonek,zexîre,hate,şandin

Li Êlihê ji bo Şengalê TIR û kamyonek zexîre hate şandin

A+ A-

ÊLIH (DÎHA) - Li Êlihê di çerçoveya kampanyaya alîkariya ji bo Rojava hatibû destpêkirin de, TIR û kamyonek alîkarî ji Şengalê re hatin amadekirin.

Piştî ku li Êlihê, di pêşengiya rêxistinên PHD'ê BP, HDP, Şaredariya Êlihê û saziyên civaka sivîl de seferberiya alîkariyê ji bo Şengalê hate destpêkirin, bi rihê seferberiyê jî piştgiriya zexîre tê berhevkirin. Di nav çar rojên dawî de li Êlihê piştgiriya ji zexîre pêk tê TIR û kamyonek alîkarî hatin berhevkirin. Di nav zexîre de genim, birinç, savar, rûn, arvan, nîsk, fasulye, şekir û li gel zexîre jî nîvên jî hatine berhevkirin. Alîkariya hate komkirin bi TIR a ku ji alîkariya genim pêk tê bişînin Deriyê Sînor a Murşîtpinar ê li navçeya Pirsûsa Rihayê. Kamyona ji alîkariye zexîre jî pêk tê dê bişînin derê sînor ê li navçeya Nisêbînê.

Têkildarî piştgiriya ji bo Şengalê tê berhevkirin rêveberê DBP’a Êlihê Îbrahîm Bîçecek axivî û diyar kir ku ew bi rihê ji bo Kobanê niha jî alîkariyê ji bo Şengal û Mexmûrê berhev dikin û got ku çawa hevalên wan li eniya şer bi rihê netewî ji bo parastina axa Kurdîstanê şer dikin dê ew jî alîkariya aborî li vir bikin. Bîçecek, bang li gelê Êlihê kir ku xwedî li Şengalê derbikevin û daxwaz kir ku di serî de navenda Êlihê, navçe û gund hemû tevlî vê seferberiya ji bo Şengalê bibin.

Alîkariya hate barkirin, dê piştî nîvro ber bi derên sînorê Nisêbînê û Pirsûsê ve bên şandin.

(bg/ea/bd)