Li Êlihê lîstika ‘Çîroka min’ hate pêşandan
ÊLIH (DÎHA) – Li Êlihê lîstika “Çîroka min” a ku rastiya dibistanên tirkî çawa zarokên kurdan asîmîle dike û pergala perwerdehiya tirkî ya bi pişaftin vedibêje hate pêşandan.
Lîstika “Çîroka min” a ji aliyê derhêner Ferîdun Bîrgul ve hatiye nivîsandin û ji aliyê koma şano ya Navenda KURDÎ-DER’ê ve hatiye amadekirin, rastiya di sala 1995’an de li gundekî Agiriyê pişftina ji aliyê mamostekî tirk ve pêk tê û pişaftina dibistanên tirk ku çawa zarokên kurdan asîmîle dike derdixe holê. Lîstika “Çîroka min” bi hevkariya Şaxa KURDÎ-DER’a Êlihê û Şaredariya Êlihê ve li Salona Sînemaya Yilmaz Guney hate pêşandan. Di pêşandana lîstikê de Serokê Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Êlihê Şehmus Aslan, rêveber, endam û xwendekarên KURDÎ-DER’ê, endamên meclisa şaredariyê û gelek kes amade bûn.
Di lîstikê de lîstikvan bal dikişînin ser nijadperestiya mamosteyekî tirk ku li dibistanê li hember zarokên kurdan çawa tevdigere. Her wiha di lîstikê de pergala perwerdehiya tirkî ya ku zarokên kurdan asîmîle dike vedibêje. Lîstika ji aliyê temaşevanan ve rastî eleqeyek mezin hat, di dawiya lîstikê de bi deqîqeyan lîstik bi çepikan hate silavkirin.
Piştî pêşandanê derhenerê lîstikê Ferîdun Bîrgul axivî û diyar kir ku wan wek koma şanoya navenda KURDÎ-DER’ê xwestine balê bikşînin ser zimanê dayikê yê kurdî û got ku ew dixwazin bi vî awayî çanda gelê kurd biparêzin. Bîrgul, ji bo kesên alîkarî dane wan û temaşevanan mal avaniyê xwest.
Piştî axaftina Bîrgul, rêveberên Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Êlihê, qurnefîl dan lîstikvanan.
(bg/ça)