1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Êlihê seferberiya ji bo Kobanê didome
Li Êlihê seferberiya ji bo Kobanê didome,li,êlihê,seferberiya,ji,bo,kobanê,didome

Li Êlihê seferberiya ji bo Kobanê didome

A+ A-

ÊLIH (DÎHA) – Li Êlihê ji bo Kantona Kobanê alîkariya zexîre ya hate berhevkirin bi 2 kamyonan hatin şandin. Li Êlihê di nava hefteyekê de ev bû 7 kamyon alîkarî ji bo Kobanê tê şandin.

Alîkariya di pêşengiya rêxistina Partiyên Herêman a Demokratîk (PHD) a Êlihê de alîkariya ji bo Kantona Kobanê hate berhevkirin li du kamyonan hate barkirin. Alîkariya li konê ji bo alîkariya Rojava ya li baxçeyê çayê yê Şaredariya Êlihê hate berhevkirin, li du kamyonan zexîre barkirin. Di nav alîkariya van zexîreyan de karsazek kurd li Fransayê dijî 2 ton nîv meqarne û 2 ton û nîv jî savar alîkarî kiriye. Karsazek li Êlihê jî 10 hezar TL pere kiriye alîkarî û ji bo Rojava desteka xwe daye nîşandan.

Alîkariya ji du kamyonan pêk tê hemû zexîre ye û ev di nava hefteyekê de li Êlihê ev bû 7 kamyon alîkarî ji bo Kobanê tê şandin.

Du kamyonên zexîre hatin barkirin dê di saetên piştî nîvro de bişînin derê sînor ê Kobanê.

(bg/ça)