Li Îdirê 2. Şeva Dengbêjan
Li Îdirê 2'emîn Şeva Dengbêjan a Kevneşopiyê hate lidarxistin
Şaredariya Îdirê 2'emîn Şeva Dengbêjan a Kevneşopiyê li dar xist. Gelek dengbêjên azerî û kurd ên ku ji bajarên cuda hatibûn, bi klamên xwe beşdaran coşandin.
Şaredariya Îdirê 2'emîn Şeva Dengbêjan a Kevneşopiyê li dar xist. Di şeva ku li Kolana Zubeyde Hanima li Qada Şaredariyê ye hate lidarxistin de di serî de dengbêjên ji Îdirê, gelek dengbêj, Cîgirê Şaredarê Îdirê Huseyin Malk, Alîkara Şaredarê Îdirê Elîf Daggul, Serokê BDP'ê ya Îdirê Mehmet Çîlka û bi hezaran welatî beşdarî şevê bûn. Polîsan derdora parqê dorpêç kiribû û kesên ku dixwestin beşdarî şevê bibin ji kontrola nasname û lêgerînê derbas dikirin. Cîgirê Şaredarê Îdirê Mehmet Malk derket ser dikê û axaftinek kin kir. Malk beşdaran bi zimanê kurdî, tirkî û azerî silav kir û diyar kir ku ew wekî şaredariyê ji bo kevneşopiya dengbêjiyê ya gelê kurd bidin jiyandin çi ji destê wan dê bikin û da zanîn ku ji bo ev çand bigihêje nifşên nû divê her kurdek peywira xwe bi cih bîne. Piştî Malk, Serokê BDP'ê ya Îdirê Mehmet Çîlka, destnîşan kir ku Îdir bajareke hevpar ê gelan e û wiha got: "Ez silavên xwe ji bo kesên ku di amadekariya vê şevê de keda wan heye dişînim. Îdir bajareke hevpar ên gelên mezopotamya û Qafqasyayê ye. Gelê Îdirê di nava aştî û biratiyê de jiyana xwe didomînin. Tu lîstikên qirêj nikare me ji têkoşîna hevpar a gelan dur bixe."
Piştî axaftinan dengbêj Mehmet Emîn, Suleyman, Bedîr, Mele Îsmaîl, Havîn, Hesen, Usiv, Mihyettin, Îsayê Bêrîvanê û dengbêjên azerî derketin ser dikê. Dengbêjan bi klamên xwe gel coşandin. Şahî heta derengiya şevê dewam kir.
(ab/mae)