1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Îmralî çi hevdîtin çêbûn?
Li Îmralî çi hevdîtin çêbûn?,li,îmralî,çi,hevdîtin,çêbûn

Li Îmralî çi hevdîtin çêbûn?

A+ A-

Hikûmeta tirk naxwaze ku di tu mijaran de navê Îmralî û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derbas bibe. Lê dîsa jî hin rojnamevan hin agahiyan parve dikin.

Roja înê ku biryarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çû Îmralî, wezîrê hikûmeta tirk Bulent Arinç jî li Bursa bû û ji wir hin daxuyanî dan. Bulent Arinç çima çûbû Bursa, gelo ji wir û pê ve çî çû heta detekê an na? Ev nayê zanîn, lê rojnamevanê Radikalê Omer Şahin, der barê hevdîtinên li Îmralî de tiştên bi ber guhê wî ketine nivîsî.

Omer Şahin di nûçeya xwe ya rojnameya tirk Radikalê de dibêje ku grevên birçîbûnê bi saya hevdîtinên di navbera Ocalan û MIT'ê de qediyaye. Li gor Şahin sê caran hevdîtin çêbûne. Lê ev hevdîtin di du mehên dawî de çêbûne.

Rojnamevan Omer Şahin îdia dike ku di du mehên dawî de, ji ber grevên birçîbûnê di navbera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û MIT'ê de sê caran hevdîtin çêbûne. Dûre BDP'ê ji Wezareta Dadê alîkarî xwestiye û roja Înê birayê Ocalan Mehmet Ocalan birine Îmralî.

Li gor rojnamenvanê tirk grevên birçîbûnê bûbûn sedema krîzekê û hem BDP'ê, hem jî hikûmetê nema dikarî vê krîzê bi rê ve bibin. Şahin tîne zimên ku, Hikûmetê ji sê daxwazên girtiyan yek bi cih dianî, lê her du yên din red dikir. Serokwezîr nema ji cihê xwe diliviya.

Şahin tîne zimên ku ev demek e li Ankara dihate gotin ku di navbera Ocalan û MIT'ê de hevdîtin çêdibin. Li gor wan çavkaniyan tekane mijar jî grevên birçîbûnê bûye. Lijne ji ber vê yekê sê caran çûye Îmralî. Ji Ocalan hate daxwazkirin ku têkeve dewreyê. Piştî ku ji Ocalan nîşanên erênî hatin standin, dor hat ser pêkanîna hevdîtina bi birayê Ocalan re. Li ser vê yekê BDP ya Amedê ji wezareta dadê re ragihand ku Mehmet Ocalan dixwaze biçe Îmralî û bi birayê xwe re hevdîtinekê bike.

Omer Şahin dibêje ku Wezaretê bi wesayita nû Mehmet Ocalan bir Îmralî.

Lê nûçeya "wesayita nû" di Radikalê de tune û der barê wê de agahiyek jî tune. Ev nûçe û agahî jî di ajansa tirk a DHA de derdikeve pêş me. Li gor nûçeyê dewletê ji bo çûna Îmralî wesayiteke nû terxan kiriye. Di nûçeyê de zimanekî balkêş heye.

Ji nûçeya DHA'yê tê famkirin ku di hevdîtinên Ocalan û MIT'ê de ji bo sedemên pêknehatina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re, hinek hincet hatine rêzkirin. Li gor vê yekê kostera bi navê "tuzla" dema rewşa hewayê ne baş bûya, nikaribû derketa seferê. Hikûmetê ji vê re çareyek dîtiye û ji niha û pê ve di her şert û mercan de, dê wesayitek nû malbat û parêzerên Rêberê PKK'ê bibe Îmralî.

Ji vê nûçeyê jî tê famkirin ku di hevdîtinan de ji bo daxwaza duyemîn a girtiyan jî lihevhatinek heye, lê hikûmet ji bo di raya giştî de tîrân najo ser xwe, veşartî dihêle.

Li aliyê din, heftiya pêşiya me dema hevdîtinên bi Îmralî re bê pirsgirêk pêk hatin, dê zemîna "binihêrin Ocalan bi kêrî wan hat, hîn nû hevdîtinên bi wî re jî hatin serbestkirin" were çêkirin. Jixwe gelek kurd û tirkên ku valahiyek wiha di kurdan de dibînin, ev 1 sal in ku bi vî rengî tevdigerin û fikra "hema me ji wan çi da revandin kar e" pêşve dibin.

Li aliyê din xaleke balkêş jî di nûçeya rojnamevanê Radikalê Omer Şahin de heye. Şahin dibêje "Leyla Zana got 'vê pirsgirêkê tenê Serokwezîr Erdogan dikare çareser bike', lê hikûmetê nekarî çareser bike û çû ber Ocalan."

Çavên raya giştî dê li ser heftiya pêşiya me be.