Li Îranê rêzekonferansên ziman
BÊRÎTAN ZAGROS/ANF Li Îranê rêzekonferansên ziman tên lidarxistin. Rayedarên Komara Îslamî ya Îranê aşkera kirin ku wê di meha Cotmehê de konferansên ziman werin lidarxistin. Ev rêzekonferans wê di çarçoveya zimanên, neteweyên li Îranê dijîn de werin lidarxistin. Tê zanîn Îran mozaîka gel û baweriyên herêmê ye û di her aliyekî de xwedî rengîniyekî ye. Ji lewma tê texmînkirin ku konferans li ser zimanên wekî Kurdî, Farisî, Erebî û Azerî çêbibe. Ev konferans rasterast ji aliyê Komara Îslamî ve têne organîzekirin.
Wê konferans di hema Cotmehê de werin lidarxistin û sê rojan bidomin. Tê payîn ku wê peyama Rehber (lîderê dînî) Xamaneyî jî di vekirina konferansên ziman de were xwendin. Dê gellek zimanzanên ji welêt û yên biyanî jî werin vexwendin. Navenda Konferansa Zimanê Kurdî jî Kirmanşan hatiye diyarkirin. Endamê Enformasyona KODAR’ê Argeş Karzan li ser armanca van konferansên ziman ên li Îranê bêne lidarxistin pirsên me bersivandin.
*Ev demeke behsa rêzekonferansên zimanên li Îranê dijîn, tê kirin. Beriya niha qet xebateke wiha li Îranê û bi taybet jî li Rojhilatê Kurdistanê çêbûye?
Heya niha li Îranê di çapeke berfireh a neteweyî de konferansên ziman çênebûne. Di van 30 salên desthilatdariya Komara Îslamî ya Îranê de ev cara yekê ye ku xebateke berfireh a ziman tê birêvebirin.
* Rêjîma Îranê çima konferansên zimanên li Îranê dijîn li dar dixe, bi dîtina we guhertin di polîtîkaya Îranê ya înkarker û her wiha tekparêz de, çêdibe?
Ji dema Hesen Ruhanî hate ser desthilatiyê heya niha gelek peyamên guhertinê da û niha jî bi berdewamî van peyamên xwe dide gelên Îranê. Ev peyam zêdetir bi armanca ku were ser desthilatî û bi awayekî serkeftî ji hilbijartinan derkeve dabû. Herî zêde jî di warê ziman de hêvî da gel ku dê hinek guhertinan çêbike û dê gelên Îranê bikarin bi zimanê xwe bi awayekî azad perwerde bibînin. Ev yek sal e ev mijar tev di rojeva Îranê de ne.
Serokkomar Ruhanî ji bo eleqederiya bi kar û barên pirsgirêkên neteweyên li Îranê ve alîkarê xwe yê taybet Elî Yûnisî wek şêwirmend diyar kir. Ev demeke gelek caran daxuyanî û nirxandinên rayedarên Komara Îslamî yên hev nagirin di çapemeniyê de derdikevin. Car û bar zimanên din ên li Îranê hene înkar dikin, car jî dibêjin dikarin bi zimanê xwe biaxivin heta perwerdeyê jî bibînin. Li tevî vê rojevê jî heya niha ne Yunisî ku taybet di ber kar û barên neteweyî re eleqeder bibe hatiye wezîfedarkirin, ti gaveke fermî di warê ziman de neavêtiye ne jî ti rayedarek Îranê di vî warî de gaveke pratîkî avêtiye.
*Mirov dikare lidarxistina van konferansên ziman bi pêşketinên li herêmê û bi taybet jî li seranserê Kurdistanê diqewimin ve girê bide?
Di van çend salên dawî de aloziyeke kûr li herêmê heye. Hem daxwazên demokratîk ên gelan hem jî xwe ferzkirina hêzên emperyalîst ên li herêmê, netewe-dewletên statukoparêz ên li herêmê pir tengav kiriye û gelek ji wan jî hilweşandiye. Di serî hedefên ku destwerdan jêre çêbibin de Îran her wiha eniya Şîa tê. Hem hêzên derekî yên Rojava, hem hinek welatên herêmê wek Tirkiye, Qatar û Erebîstana Siûdî ku eniya Sûnî pêk tînin, bi eniya Şîa re di nava pevçûnekî de ne.
Rojava dixwaze li ser esasê berjewendiyên xwe tewazûnek di navbera eniya Şîa û eniya Sûnî de çêbike. Weke hûn jî dişopînin ev destwerdan hêdî hêdî nêzî sînorên Îranê dibin. Wexta destwerdan bi şeklên cuda li ser Sûrî çêdibe dikare bê gotin ku di heman demê de di şexsê Sûrî de li ser Îranê çêdibe. Îran bi her awayekî piştgiriya xwe ji Esad re da nîşandan. Lê, piştî ditîn ku li Sûrî tiştê ku hedef dikin pêk nayê, vê carê jî bi rêya DAIŞ’ê berê xwe dan Şîa’yên Iraqê. Yanî destwerdan li ser hîlala Şîa çêbû. Ev jî bi awayekî aşkera bi rêya DAIŞ’ê têkirin.
Piştî rûxandina rejîma Sedam Hûseyin şûnde, tê zanîn Malîkî ango şîa hatin ser desthilatdariyê. Malîkî bi xwe jî weke zilamê Îranê di herêmê de siyasetê dike. Iraq di heman demê de ji bo Îranê weke saheyeke ku bikare hem di warê locîstîkî de hem jî di warê cebilxanê de alîkarî bide Sûriye ye. Yanî Îran piştgiriya xwe ya ji bo gelek eniyên Şîa bi ser Iraqê re pêk tîne. Iraqê ji xwe re weke pireke xwe gihandina welatên herêmê dest digire. Destwerdana li ser hikûmeta Malîkî û lewaz ketina wî, helbet lewazketina Îranê ye jî. Îro eniya Şîa li herêmê lewaz dikeve û ev jî hinek jêdera xwe ji siyaseta şaş a Malîkî ya dema borî digire. Bi taybet siyaseta xwe ya li beramberî Kurdan û Sûniyên li Iraqê zemînê destwerdanê çêkiriye. Beşeke Sûniyan îro tevlî DAIŞ bûne li dijî Malîkî û beşek jî li gel Malîkî pozîsyon girtine. Kurd jî nerazîne û îhtîmale ku serbixwebûna xwe aşkera bikin. Ji ber lewazketina Şîayan hêdî hêdî şer ber bi sînorên Îranê ve dişemite. Îran jî dizane eger Şîa yên derveyî Îranê lewaz bikevin, dibe ku dor were wî jî. Her wiha Îran eger naxwaze rewşa îro, li Iraqê heye bişemite Îranê. Di vê manê de ev rêze konferansên ziman ji bo dewleta Îranê dikare weke gaveke barê xwe sivik kirinê destbigire.
*Dikare bêgotin ji ber rewşa herêm di têde derbas dibe û konjektûra heyî Îran dixwaze xwe demokratîk bike, da ku ji her aliyek ve neyê dorpêçkirin?
Ya rastîn mirov nikare van konferansan weke pêngaveke pir mezin binirxîne. Ji bo weke gav an jî niyeteke baş were nirxandin divê mirov bizane armanc ji van konferansan çi ye, naveroka dê çawa be û kesên beşdarî konferansê bibin û biryarên ku jê derkevin dê diyar bike. Eger bi rastî jî rast û cidî nêzî meseleya pirsgirêka Kurd û neteweyên din ên li Îranê, dibin, dê demê divê ev konferansên ziman biryara perwerdeya bi zimanê dayîkê, serbestkirina zimanê dayîkê li her qadeke kar û jiyanê de bidin. Eger wisa bibe dikare weke gaveke pratîkî ya baş bê nirxandin. Na, eger tenê li zankoyan beşên taybet ên zimanê dayîkê vekin û her wiha bi ferhengistana zimanê Kurdî ku sembolîke re sînordar bimîne ev ne çareseriye.
Niha Kurd di herêmê de xwedî girîngiyeke stratejîk in. Wexta em niha li Kurdistanê jî temaşe dikin, dibînin ku li hemû beşên din ên Kurdistanê Kurd êdî, hêdî hêdî digihijin statuya xwe. Kurd li Rojava statûya xwe misoger kirin, li Bakur pêvajoya çareseriyê destpê kiriye, îro li Başûr jî Kurd hewl didin serbixwetiya xwe ragihînin û hikûmeta Malîkî jî neçarê vêya dikin. Ev pêşketinane tev bandorê li Îranê dikin lê, mirov nikare vêya zêde di çarçoveyeke demokratîk de dest bigire.
*Gelo Îran bi van hewldanan dixwaze daxwazên gelan ên radîkal û her wiha mûxalefeta navxweyî pasîfîze bike an jî bi hin gavên biçûk bixapîne?
Rast e. Weke têzanîn Îran û Tirkiye du dewletên mezin û stratejîk ên herêmê ne. Weke du eniyên navendî yên Sûnî û Şîa, ji dîrokê ve di navbera van dewletan da têkilî û nakokî her timî hebûye. Her çiqas di hindek mijaran de li hev bikin jî lê, li hev nekirina van dewletan qedîmiye û bingehîn e. Di navbera van hêzan de nakokiyên kûr ên îdeolojîk hene. Lê, herî zêde tiştê ku van dewletan tîne ba hev û dibe sedem ku di hinek mijaran de li hev bikin û biçin hindek peymanan jî pirsgirêka Kurd a di herêmê de ye û bi taybet jî beşê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ye. Bi taybet pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ku Rêber Apo li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê daye destpêkirin, yasayîbûna mûzakereyên li gel Rêbertî û hwd. rasterast bandorê li polîtîkaya Îranê ya li hember gelê Kurd dike û wî neçarî hinek gav avêtinan dike.
Îran vê yekê baş dizane, eger dijayetiyeke hişk li hember gelê Kurd û gelên din yên Îranê bike, dê winda bike. Naxwaze, hem ji hundir ve hem jî ji derve li rastê êrîşan were. Di rewşek wisa de Îran dê pir lewaz bikeve. Ji lewma şerên bi hêzên derve re arasteyî derveyî sînorên xwe dike û li wir bi şêweyên cuda şerê xwe dike, di hundir de jî bi hinek gavên biçûk ku bikare mûxalefeta navxweyî hinekî bixapîne dide destpêkirin. Eger çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê çêbibe, ev tê wateya bihêzbûna dewleta Tirk li herêmê de û Îran jî bi vî awayî lewaz dikeve. Ji lewma îro dewleta Îranê di nava telaşekê de ye.
*Însiyatîfa wezareta ferheng û ziman, her wiha ya konferansên ziman ên werin lidarxistin heye ku perwerdeya zimanê dayîkê fermî bikin û vê jî bikin qanûnî?
Ev wezaret yek ji wezaretên dewleta Îranê ye ku di ber kar û barên çandî de berpirsyar e. Wezaret herî zêde dikare ji bo meclîsê pêşniyar bike û ji vê zêdetir ti îradeyeke xwe ya pratîkî nîne. Mînak sala buhrî belgeyeke li ser mafên hemwelatîbûnê (şehrewendî) ya li Îranê hate weşandin. Tevî gellek kêm û kûrtiyên xwe, tiştên baş jî hebûn lê, heya niha jî aqûbeta vê belgeyê ne diyare û ti gaveke pratîkî ya di vê derbarê de ne hatiye avêtiye. Mîsal, wexta wezaretek pêşniyaarek pêşkêşî meclîsê dike, eger meclîs pesend kir, vê belgeyê radikin Şûraya Nîgehban, piştre jî didin bi Rehber êdî ji însafa Rehber re dimîne, eger pesend bike dikare bikeve meriyetê pesend neke jî nikare tişteke wisa bike.
*Tê payîn ku dê peyama Rehber (lîderê dînî) jî di konferansan de were xwandin. Bi dîtina we dê ji bo netewe û çandên cihê yên li Îranê peyameke çawa bide?
Ev nêzî heft heşt mehaye mijara çand li Îranê di rojevê de ye. Her hewldaneke çandî, hunerî yên di vê demê de li Îranê ji aliyê neteweyên cûda ve têne li darxistin, komara îslamî ya Îranê vê yekê weke êrişên çandî yên derve dest digire û tirsek jiyan dike. Vê dawiyê berpirsê Nîzamî yê Îranê hişyarî da û got ku Îran rû be rûyê êrişên ferhengiye, eger bêxwastin emê bi awayeke pir hişk bi ser de biçin û biçewisinîn. Ev hişyariyane weke hinceteke serkutkirina gelên Îranê ye. Her hewldaneke çandî û hûnerî weke êrişên hêzên derve yên çandî dinirxîne û vêya jî dike sedema mûdexeleyeke hişk.Di vê çarçovê de gellek caran peyamên Xamaneyî (Rehber) jî çêbûn û gef li aktîvîteyên çandî yên navxweyî xwar.
Texmîn dikim ku dê peyama Rehber a ji bo konferansên ziman jî hema hema di vê çarçoveyê de be. Her wiha di peyamê de jî dibe ku were gotin eger dê çalakiyek ango aktîvîteyeke çandî-hunerî çêbibe jî dê dewlet bixwe bike û dê di însiyatîfa dewletê de pêk were. Ji ber dewlet dibêje eger dê tiştek çebibe jî divê dewlet bixwe bike da ku ji bin kontrola wî dernekeve. Însiyatîfa organîzekirina xebatên çandî bi awayeke serbixwe, hewl dide ji dest gel bigire û dê ya jî bi dewletê ve bide girêdan. Dewlet bi konferansên wiha dixwaze her tiştî bixwe ve girêe bide û nehêle ji bin kontrola dê derkeve. Hewl dide vê wek ku qenciyeke zehf baş li neteweyên li Îranê dike û alîkariyê dide aktîvîteyên çandî, bide nîşandan.
*Li gorî ku dibêjin dê gelek pisporên ziman beşdarî van konferansan bibin. Ev kesên pispor dê bikarin ji zêhniyeta dewletê ya tekparêz bi awayeke serbixwe fikir û pêşniyariyên xwe ji dewletê re ragihînin heta li ser dewletê ferz bikin?
Komara Îslamiya Îranê, hemû neteweyên li Îranê dijîn, dibin navê nasnameya Îranî de pênase dike. Nasnameyên cihê yên neteweyên din yên li Îranê înkar dike û dixwaze tenê nasnameya Îranî bûnê derxe pêş. Lê, her geleke li Îranê destpêkê nasname ya xwe ya taybet û xweser heye, piştre nasnameya xwe ya Îranî heye. Tenê zimanê Farisî bi awayeke fermî tênaskirin û li tevahî welat serwer dikin, zimanên din jî weke zimanên biçûk yên herêmî ango weke zaravayên zimanê Îranî (farisî) dinirxînin. Lê, em dizanin ji 10 milyonî zêdetir Kurd li Rojhilat bi zimanê xwe diaxive. Mirov dikare zimanê Kurd jî weke zimanê Farisî di çarçoveya zimanên Îranî de destbigire lê, rast nîne ku weke zarava yanjî beşeke zimanê Farisî were destgirtin.
Wer dihizirim ku dixwazin bi rêya van konferansan fermî bikin ku zimanê Kurdî beşek an jî zaravayeke zimanê Farisî ye. Dixwazin fermiyeteke bi vê bidin qezenckirin, ji lewma dibe ku zimanzanên bînin wir jî dê di vê çarçoveyê de bidin axaftin û bingeheke dîrokî-ilmî ji vê fikrê çewt re bînin. Eger bi rastî jî armanc û niyeta çêkirina konferansan rast û baş be kesên akademîsyen, zimanzan û hwd. dikarin sûdmend bin lê, eger bixwazin kirasek li fikrên xwe yên neteweperestiyê bikin, dê zimanê Kurdî weke zarava an jî beşeke zimanê Farisî bi devê pisporan piştrast bikin û fermî bikin.
*Dirûşmeke Îraniyan heye dibêjin Kurdek li kûdera dinyayê be Îraniye ango wate, Îraniyek li wir e? Her hal ev jî jêdera xwe ji heman zêhniyetê digire?
Ev dirûşemeke pir kevin a Îraniyane û di van demên dawiyê de dîsa hewl didin zindî bikin. Ev bixwe dirûşemeke faşîstî ye. Mînak gelê Bakûrê Kurdistanê, yê Başûr û Rojava çawa dibe ku tu wana ne weke Kurdekî weke Îraniyek dest bigirî, ev bixwe bi awayeke zirav înkarkirin û biçûkxistin û ne naskirina nasnameya Kurd e. Ev, nasyonalîzma Îranî îfade dike. Yek ji xeyalê Haxemenişiyane ku rojek hemû gelên li herêmê dibin Împeratoriya Haxameneşiyan de kom bike, niha jî dest ji vê xeyalê xwe yê bi temamî xeyalî bernedane. Nasyonalîstên Fars li dijî statû bidestxistina gelê Kurd yên li her beşeke Kurdistanê û bi taybet jî li Rojhilatê welêtin. Wexta ev têgotin bêguman mebesta me dewlet û beşên nasyonalîstin. Yan hemû gelê Îranî bi taybet jî gelê Fars bi vî awayî nafikirin heta gellek kes dibêjin zimanê Kurdî koka hemû zimanên Aryayî û bi taybet jî Farisî ye.
*Cihê li darxistina konferansa zimanê Kurdî Kirmanşan diyar kirine. Çima Kirmanşan, Kirmanşan di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de xwedî ciheke çawa ye?
Em Kirmanşanê weke navenda Rojhilatê Kurdistanê dinirxînin. Aliyeke xwe digihije Îlamê aliyê din jî digihije Sine û berbi jor ve diçe. Bi vî awayî di aliyê erdnîgarî de jî li Kurdistanê di ciheke navendî de ye. Di dîroka Îranê de bi taybet di sedsala dawiyê de, dewrana Rizaxan û piştî Rizaxan ku dewlet-neteweya modern a Îranê hate avakirin de Kirmanşan weke navenda serkutkirina gelê Kurd tê hilbijartin. Hem di dema desthilatiya Pehlewiyan de hem jî di dema desthilatiya komara Îslamiya Îranê de vir kirine navendeke serkutkirina tevgerên azadîxwaz yên Kurd û her timî siyaseteke taybet li hember vê herêmê dane pêşxistin.
Kirmanşan bajareke dîrokî û girîng e. Ev ji bo giştî Îraniyan jî pir girîng e. Weke navendeke Haxamenişiyan jî li vir bi cîhbûne. Ketîbeyên wan jî li vir hene weke Bîstûn û Taqbostan, helbet ev mijar hîna jî zelal nebûye û hê jî di vê mijarê de agahiyên nakok hene. Her timî xwastine Kirmanşanê ku navenda Rojhilatê Kurdistanê ye ji Rojhilat qut bikin. Herî zêde li vir siyaseta asîmîlasyonê li ser Kurdan birêve biriye, heta dikare bêgotin weke navendeke asîmîlasyona Kurd jî hatiye hilbijartin. Piştî desthilatiya Rizaxan û vir ve her timî xwastine tekoşer û azadîxwazên gelên din yên Îranê koçê Kirmaşanê bikin û di aliyê demografya de jî guhertineke di têde dirûst bikin. Ev siyaset heta radeyeke girîng jî encam girtiye û guhertin di demografya Kirmaşanê de çêkirine.
Di dema Komara Îslamî de jî her timî navenda wan ya asîmîlasyonê Kirmanşan bûye. Hem xwastiye Kirmanşanê ji beşên din yên Rojhilatê Kurdistanê qut bike, hem jî hewl dide her timî nakokî bixe navbera Kurdê Sûnî-Kurdê Şîa û Kurdên Yarsan de. Jixwe têzanîn Kurdê Şîa hema hema tev li Kirmanşanê ne. Ji ber mezhebê fermî yê komara îslamî jî Şîa ye, ji lewma Kurdê Şîa dikşîne li gel xwe û li hember Kurdê Sûnî ku zêdetir li dijî dewletêne ser kut bikin û bidin şer kirin. Her hewl dide ku şerê mezhebî di navbera gelê Kurd de bide çêkirin.
Kirmanşan ji ber hem yek ji bajarên herî mezin yê Rojhilatê Kurdistanê ye, di warê coxrafya, demografya, bi taybet jî di warê aborî de ku xwedî neft û madeneke dewlemende, ji lewma komara îslamî li hember vê herêmê her timî siyaseteke taybet esas girtiye.
*Hûn ji bo bi statûbûn û azadiya Rojhilatê Kurdistanê tekoşînê dikin. Weke Tevgera Azadiya Rojhilatê Kurdistanê hun çi ji van konferansên ziman hêvî dikin, pêşniyarên we dê çêbibin?
Bêku careke din bikevim nava armanca van konferansan, dikarim bi dilrehetî bêjim ku eger îro li Kirmanşanê Konferansa zimanê Kurdî tê lidarxistin encama tekoşîna gelê Kurd a azadîxwaz e û destkeftiyên keda tekoşîna azadiyê ya li Rojhilat û bi taybet jî li Kirmanşanê ye. Tekoşîna tevgera me ya azadîxwaz a Rojhilat di van deh salan de herî zêde giranî daye Kirmanşanê û ji ber vê sedemê jî gellek hevalên me li Kirmanşanê ji aliyê rejîmê ve hatine girtin. Her wiha gellek hevalên me li girtîgeha Kirmanşanê hatine darvekirin. Pir dost û welatparêzên me di dê girtîgehê de rû be rûyê îşkenceyên giran hatine. Gelek Kirmanşanî di nava refên têkoşîna me de ne. Me karî weke tevgera azadiyê siyaseta ev 30 sale komara îslamî li wir birêve dibe kêm bikin û hişyariyeke netewî bidin çêkirin. Beriya xebatên me li wir çêbibin, xerîpketineke ji çanda xwe, zimanê xwe û bi taybet jî ji nasnameya xwe hebû. Lê, di encama tekoşîn, xebat û çalakiyên li wir hatin kirin de zanabûneke netewî hêdî hêdî pêşdikeve û hişyariyeke cidî jî pêşdikeve. Di van demên dawiyê de em dibînin ku gelek aktîvîteyên çandî-hunerî li wir çêdibin. Heta di warê dêje û derxistina pirtûkên Kurdî de pir pêşketiye. Ji lewma Komara Îslamî ew xebatên çandî yên li Kirmanşanê niha birêve diçin dixwaze bigire bin kontrola xwede.
Eger xulase bikim, daxwaza me ji vê konferansê çiye; Eger birastî jî Komara Îslamî girîngî bi zimanê Kurdî dide û bi awayeke fermî nas dike, divê dê demê weke gava yekê zimanê Kurdî weke zimanê perwerdeyê qebûl bike û astengiyên yasayî yên li pêş ziman ji holê rake. Her wiha di vê perwerde bi zimanê Kurdî ji dibistana seretayî heya zanko bêyku li rastê ti astengiyan were li Kurdistanê were dayîn. Helbet divê ev tiştên ku em dibêjin ji bo gelên din yên li Îranê jiyan dikin jî werin naskirin. Ango hemû gelên li Îranê jiyan dikin mafê xwe yê bi zimanê dayîkî perwerde dîtinê hene.
Hîna jî hemû sazî û qadên xizmetê yên ji bo gel, avahiyên fermî tenê bi zimanê Farisî ye. Di vê di hemû qadên jiyanê û yên kar de sîstema du zimanî were esas girtin. Di herêmên ku lê dijîn de mînak, dikare Kurdî û Farisî be. Helbet li Rojhilatê Kurdistanê zimanê Kurdî homojen nîne û ji gelek zaravayên cihê pêk tên. Wexta zimanê Kurdî jî hate esas girtin divê tenê yek zaravayî fermî nekin û zaravayên din qurbanê dê nekin. Mînak li deverên ku Kelhor lê dijîn, divê Kelhorî were esas girtin, di cihên ku Hewramî, Soranî, Kurmancî û hwd. lê hene jî di vê zaravayê dê herêmê esas were girtin. Em bixwe li dijî homojen kirin û tekparêziyêne. Ji lewma nabe ku zimanê Kurdî ku pir dewlemende were yek tîpkirin û rengên din wenda bibin. Zimanê xizmetê neçare ku bi zimanê dayîkî be. Ev mafeke heta bêjî xwezayî ye. Her tiştê ku em ji bo gelê Kurd dixwazin em di heman demê de ji bo gelên din jî dixwazin wisabin û herkes bi reng û dengê xwe li Îranê bijî. Îran bi van rengên xwe bedew e.
Eger wisa bibe em dikarin bêjin ev konferans beşeke çareseriya pirsgirêka Kurd û gav avêtineke demokratîk e. Eger tenê di zankoyan de hindek beşên taybet ji bo zimanê Kurdî vekin, yanjî hindek enstîtû an jî navendên ziman li Kirmanşanê vekin, ev ê ji aliyê gelê Kurd ve neyê qebûlkirin û ev ê weke biçûkxistina zimanê Kurdî û zimanên din were zanîn. Ji ber Kurd, êdî li her beşeke Kurdistanê û di giştiyê herêmê de ber bi statuyek ve diçe, bi gavên biçûk naxapin û vêya jî dê weke biçûkxistina xwe bizanin.
Her wiha Kurd îro ji her demê zêdetir xwedî hilbijêrkên çareseriyê ne û alternatîfên xwe yên dewlemend heye. Eger dewlet nêzî çareseriyê nebe, dikare nexşe rêya xwe xîz bike û bi rêk û rêbazên cur bi cur mafê xwe yê esasî bidest bixe.