Li Îranê siyasetmederakî kurd ê din jî hate darvekirin
12:51 04.11.2013
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hate diyarkirin ku ji hêla rejîma Îranê ve girtiyekî siyasî ya kurd a bi navê Şerko Mearfî hat darvekirin.
Girtiyê siyasî ya kurd ê bi navê Şerko Maarfî ku di Girtîgeha Seqizê de tê girtin ji hêla rejîma Îranê ve hat darvekirin. Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê ve hate weşandin, Şerko Maarfî di 3'ê mijdarê roja Yekşemê di seat 18.00'an de ji koxûşa di girtîgehê hatiye derxistin û ew xistine hucreyê. Hate diyarkirin ku Maarfî îro serê sibehê hatiye darvekirin. Hate ragihandin ku malbata Maarfî ji bo cenazeyê bigire li ber girtîgehê disekine.
Hat diyarkirin ku girtiyê siyasî yê bi navê Mutelîb Ehmedî ku 30 sal cezayê hepsê daneyê jî xistine hucreya darvekirinê ya di Girtîgeha Seqizê de ye.
Şerko Maarfî ya 34 salî li navçeya Banê ji dayik bûye, di 1'ê mijdara 2007'an de bi sûcdariya propagandayê li hemberê rejimê kiriye û "Dijminatiya li hemberê xwedê kiriye" hatiye girtin û cezayê darvekirinê lê birîne. Maarfî ku du car di 14 mijdara 2009'an û 1'ê gulana 2011'an de darvekirina wî hatiye dîtin, ji ber çewsa rayagiştî nehatiye darvekirin.
Di nava du hefteyan de di ser 40 kesî de hatine darvekirin
Rayedarên Îranî bi awayek fermî aşkere kir ku di nava 2013'an de 304 kesî darve kirine. Rêxistina Efuya Navneteweyî jî, diyar kir ku bi "Çavkaniyên bi bawer" 234 kesên din jî hatine darvekirin lê ji hêla Îranê ve ev yek nayê qebûl kirin. Tenê di nava du hefteyan de bi tevahiya welêt de di ser 40 kesî hatine darve kirin.
Rejîma Îranê ji 26'ê cotmehê û vir ve 13 ji wan di Girtîgeha Ûrmiyê bi kêmasî 16 kurd hatine darvekirin. 4 kes ji van ji girtiyên siyasî pêk tên. Di 26'ê cotmehê de di Girtîgeha Urmiye de endamê PJAK'ê Habîbûllah Gulperîpur hate darvekirin. Di heman rojî de ji Girtîgeha Selmasê jî girtiyê siyasî ya kurd Riza Îsmaîlî-Mamedî hate darvekirin. Di roja 3'ê mijdarê de jî kurdekî bi navê Ezîz Azerî ku li Serdeştê ji dayik bûye di Girtîgeha Urmiyeyê de hate darvekirin. Azerî, bi bazirganiya tiryakê dihat sûcdar kirin.
Rêxistina Efûya Navneteweyî, diyar kir ku girtiyên li Îranê her tim di encama dozên ne bi adil rastê cezayên darvekirinê tên, tê ragihandin ku di dema dozan de girtî rastî îşkenceyan tên wan zorê îtîrafê tên kirin.
13 girtiyên siyasî yên kurd hatine darvekirin
Li Îranê ji sala 2007'an û vir ve bi hindikayî 13 girtiyên siyasî yên kurd hatine darvekirin. Hasan Hîkmet Demîr di sala 2007'an de yekemîn ji endamên PJAK'ê yê hatiye darvekirin e, di 4'ê mijdara 2013'an de bi darvekirina Şerko Maarfî jî yê dawî ye.
Di girtîgehên Îranê de bi hindikayî 25 girtiyên siyasî yên kurd ji bo darvekirinê hatine sekinandin. Girtiyên tê gotin ev in: Hebûbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistfea Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale'î, Ezîz Mihemedizade, Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Muradî, Zanyar Muradî, Bextiyar Mîmarî, Sîrwan Nijwarî, Hoşeng Rezayî, Simko Xurşîdî, Saman Nesîmî, Mensûr Arwend, Sîrwan Nejad, Hebîb Eşrafî, Elî Eşrafî û Îbrahîm Îsapûr.
(ea/mae)