Li Şamê 2 xwendekarên Kurd hatin binçavkirin
A+
A-
ŞAM - Xwendekarên Kurd, Enwer Mirad û Abdulrehîm Teme li zanîngeha paytexta Sûriyeyê Şamê hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku dema herdu xwendekarên Kurd diçûn muzexaneya li nava bajêr hatine binçavkirin û bo cihek nediyar birine.
Hat diyarkirin ku herdu xwendekarên Kurd bi hinceta beşdarî çalakiya 5 deqe rêzgirtin ji bo kesên di komkujiya Qamîşloyê de jiyana xwe ji dest dane, bûne, ji beriya du rojan hatine binçavkirin û heta niha tu agahî ji wana nehatiye wergirtin. Hat diyarkirin ku xwendekarên ji Serê Kaniyê, Abdulrehman Temê beşa ragihandin û Enwer Mirad jî beşa wêyeyê yên Zanîngeha Şamê dixwînin.
ANF NEWS AGENCY
Bêjeyên Miftehî li,şamê,2,xwendekarên,kurd,hatin,binçavkirin