Li Şemzînanê şanoyê re eleqeyek mezin
COLEMÊRG (DÎHA) - Navenda Çanda Guldexwîn a ku didibin banê Şaredariya Şemzînanê de xebatên xwe dimeşîne, dest bi şahiyên çand û hunerê kirin. Di ve çarçoveyê de lîstika şanoyê ya bi nave "Xweza û Ziman" hate pêşkeşkirin. Gelê Şemzînanê eleqeyek xurt nîşanê lîstika şanoyê da.
Ji aliyê Navenda Çanda Guldexwîn ku di bin banê Şaredariya BDP'a Şemzînanê de xebatên xwe didomîne bi minasebeta meha Remezanê du roj beriya niha, xebatên şahiyên çand û hunerê hatibûn destpêkirin. Duh êvar ji aliyê ekîba şano ya navenda çandê ve şanoya bi navê "Xweza û Ziman" hat leyîstin. Hemwelatiyan eleqeyek mezin nîşanê şanoyê dan. Li gel sedan hemwelatiyan, Serokê Rêxistin a Navça BDP'a Şemzînanê Cabbar Taş, Serokê Şaredarê Sedat Tore, Rêveberên BDP'yî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl yên navçeyê tevli bûn.
'Rojên çand û hunerê'
Dengbêj û ekîba Navenda Çanda Geverê jî tevli rojên çand û hunerê bûn. Bi vê şanoyê zehmetiyên li ser Xweza û Ziman tê jiyîn hate rawekirin. Şanoya ku ji aliyê gel ve elqeyek mezin dît, mijara qetilkirina xwezayê û neçariya hemwelatiyên ku nikarin xwe bînin ziman vedibêje. Piştî ku lîstik qediya, hemwelatiyan bi deqeyan ji lîstikvanan re çepik lêxistin.
(xş/lg)