Li Şengalê 2 jê rêveber 6 milîtanên DAIŞ'ê hatin girtin
AHMET SUMBUL - ŞENGAL Li navçeya Şengalê, ku piştî Telafer ket destê DAIŞ'ê zêdeyî 60 hezar Tirkmenên jê reviyan wê lê girtin, 2 jê rêveberên payebilind bi giştî 6 milîtanên DAIŞ'ê ji aliyê pêşmergeyan ve hatin girtin.
Li ser milîtanên DAIŞ'ê ku di asta rêveberiyê de ne yên li navenda navçeyê hatin girtin, 2 çekên dengbir û 2 debanceyên otomatîk ên Sig Sauer hatin zevtkirin. Her şeş milîtanên DAIŞ'ê yên hatin zevtkirin, ji bo lêpirsîna wan were kirin birin bajarê Mesifê.
Li navçeya Kurdên Êzidî Şengalê, ku bi deh hezaran Tirkmenên ji bajarê Telaferê ji çeteyên DAIŞ'ê reviyan xwe lê girtin, 6 milîtanên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) hatin zevtkirin.
4 ji van milîtanên DAIŞ'ê ji aliyê pêşmergeyên li çiyayê Şengalê yê navbera navçeyan Şengal û navçeya Simunê li dewriyê digeriyan ve hatin zevtkirin. Hat hînbûn ku ji 2 ji van milîtanan Afgan, yek jê Îranî ye, yek jî ji bajarê Hewlêr ê Herêma Kurdistana Federal e.
BI ÇEKÊN DENGBIR HATIN ZEVTKIRIN
Di 18'ê Hezîranê de jî di kontroleke li ser gumanê li navenda navçeyê hat kirin de, du endamên DAIŞ'ê yên qewmê wan nehat aşkerakirin û hat diyarkirin ku rêveberên payebilind in hatin girtin. Li ser her du rêveberên DAIŞ'ê du debanceyên otomatîk ên Sig Sauer û 2 çekên dengbir hatin dîtin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêşmerge yên li Şengalê hatin wergirtin, 2 payebilindên DAIŞ'ê ji bo keşfê bikin hatine navenda Şengalê û agahî ji DAIŞ a amadekariya dagirkirina Şengalê dike re ragihandine, di heman demê de hatiye tespîtkirin ku di nava amadekariya sûîkastê de bûn.
ENDAMÊN DAIŞ'Ê YÊN HATIN GIRTIN BIRIN BAJARÊ MESIFÊ
6 milîtanên DAIŞ'ê, ji bo ji aliyê tîma Zerevanî ya pêrşmergeyan ve bi awayekî veşartî bên lêpirsîn birine bajarê Mesif ê biryargeha Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî lê ye.
ARMANCA DAIŞ'Ê DAGIRKIRINA ŞENGALÊ YE
Piştî ku bajarên Mûsil û Telaferê ketin destAê DAIŞ'ê, ji van her du bajaran koçberiyê destpê kiribû.
60 hezar Tirkmenên ji bajarê Telafer ê piraniya şêniyên wê Tirkmen e koç kirin xwe li Şengalê girtin. Koça ji Telaferê ber bi Şengalê hînê dewam dike. Hat ragihandin ku DAIŞ'ê 15-20 km dûrî Şengalê li hin cihan nuqteyên kontrolê ava kiriye.
Di vê navberê de hat diyarkirin ku kontrola balafirgeha Telaferê hînê di destê hêzên artêşa Iraqê de ye û li derdora balafirgehê dem bi dem di navbera hêzên artêşa Iraqê û milîtanên DAIŞ'ê de pevçûn rû didin.