1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Şengalê 41 şervanên nû tevlî YBŞ’ê bûn
Li Şengalê 41 şervanên nû tevlî YBŞ’ê bûn,li,şengalê,41,şervanên,nû,tevlî,ybş,ê,bûn

Li Şengalê 41 şervanên nû tevlî YBŞ’ê bûn

A+ A-

BAHOZ AMED/MAHSUM ŞERÎF ŞENGAL - Ji akademiya Dewrêşê Evdê ya girêdayî YBŞ’ê 41 şervanên din piştî perwerdeyê mezûn bûn û tevlî YBŞ’ê bûn. Fermandara YPJ-Şengal Dersim Şengal diyar kir ku ew wek şervanên Êzîdxana pîroz, heya axa xwe ya pîroz û gelê xwe ji penabertiyê derbixin, wê şer bikin. Hêza Yekîneyên Berxwedan Şengal (YBŞ) her ku diçe mezin dibe. 41 şervanên nû yên ku dewreya Şehîd Berxwedan Tolhildan a Akademiya Dewrêşê Evdî qedandin, mezûn bûn. Di merasîma leşkerî de fermandarên YBŞ’ê Cevahir Serxwebûn, Merwan Şengal û fermandara YPJ-Şengal Dersîm Şengal amadebûn. Di merasîmê de fermandara YPJ-Şengalê Dersim Şengal gotarek pêşkêş kir û got: “Şervanên Êzidîxanê yên pîroz YBŞ di dijmin de tirsek mezin çêkirine. Ji ber ku YBŞ di baxçê şehîdan de bi xwîna şehîdan mezin dibe û her ku mezin dibe, wê gulan veke. Emê weke şervanên wan vê gulê hê mezintir bikin û çavê dijmin hê mezintir bikin. Em bejna xwe li hember hemû şehîdên ji rojava, bakur, rojhilat û başûr yên ku ji bo mezinkirina YBŞ’ê li ber xwe dayîn di tewînin.” Em ne terorîstin, em li hember terorîstan berxwedanê dikin Dersim Şengalî di berdewamiya axaftina xwe de got ku dijmin azadiya gelê me naxwaze û wiha pêdeçû: “Ji bo vê gelê me hertim dibin êrîşan de ye. Em jî wek hêza gel divê li hemberî van êrîşan bibin bersiv, ji bo vê jî destpêkê divê em xwe bi rêxistin û mezin bikin. Li hemberî mezinbûna me jî hemû cûrên êrîşan û îtraf tên kirin. Mînaka vê ya herî berbiçav ewe ku di rojên borî de hinek çapemeniya başûrê Kurdistan dixwestin YBŞ’ê weke terorîst nîşan bidin. Diyarkirin ku ciwanên Êzdî tên xapandin û tevlîkirin, em wek YBŞ û YPJ-Şengal van gotinan şermezar dikin û divê gelê me bawerî bi van gotinan neke. Ji ber yê ku tevlî tevgera me dibe, ji bo parastina axa xwe tevlîbûne û bi îradeya xwe hatine. Yê ku ji bo axa xwe berxwedanê dike ne terorîstin, terorîst dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ’in yên ku êrîşê vê axê dikinin. Em li hemberî van çeteyan berxwedanê dikin. Divê herkes vê yekê baş bizane.” Fermandara YBŞ-Şengal Dersim Şengalî got: “Em wek şervanên Êzidîxana pîroz heya axa xwe pîroz bikin, gelê xwe yê penaberbuyî vegerînin û heya em li ser vê axê azadî û demokrasiyê bînin emê berxwedana xwe di şopa şehîdan de berdewam bikin û devjê bernadin. Heya dawiya xwîna xwe, emê di şopa Şehîd Berxwedan de şer bikin.” Piştî axaftina fermandar Dersim Şengal, 41 şervanên akademiya Dewrêşê Evdî ya dewreya Şehîd Berxwedan Tolhildan perwerdeya xwe xilaskirîn soz dan û tevlî nava refên YBŞ’ê bûn. Piştî sozdayînê şervanan govend girtin û merasîm bi dawî bû.