Li Şengalê 6 pêşmerge û 4 gêrîlla şehîd bûn
ŞENGAL/ROJNEWS Şer û pevçûnên li Şengalê di roja 6’mîn de didome. Li gor agahdariyan ji duh ve 6 pêşmerge li Şengalê şehîd bûne. Herwiha duh HPG’ê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku 4 gêrîllayên wan li Şengalê şehîd bûne.
Operasyona rizgarkirina Şengalê di roja 6’mîn de bi beşdariya gêrîllayên HPG, YJA-STAR, şervanên YBŞ, YPG/YBŞ û pêşmergeyan didome. Duh hezên hevbeş qesabxaneya li navenda bajêr û dêrekî Xiristiyanan ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarkiribûn. Li taxa Hey Nasir jî şer û pevçûn bi hemû dijwariya xwe hê jî berdewam dikin.
Nûçegihanê RojNewsê ji Şengalê diyar kir ku du îro çeteyên DAIŞ’ê cihê ku pêşmerge lê diman dan ber hewanan û di encamê de 4 pêşmerge şehîd bûn û 5 pêşmergeyek jî birîndar bûne. Li gora agahdariyên nûçegihanê RojNewsê, duh jî çeteyên DAIŞ’ê cihê ku pêşmerge lê diman dane ber hewanan, pêşmergeyek şehîd bûye û pêşmergeyek jî birîndar bûye. Herwiha duh pêşmergeyek rastî êrişa sûîqastê hat û di encamê de şehîd bû.
Li gor agahdariyên nûçegihanê RojNewsê, çeteyên DAIŞ’ê şeva din xwestin êrişî hêzên hevbeş ên kurdî yên li Şengalê bikin, lê êrişa wan ji aliyê hêzên hevbeş ve hatiye şikandin û negihiştiye ti encamekê.
Duh Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê di daxuyaniyekê de ragihand ku 4 gêrîllayên wan di şerê berxwedana Şengalê de şehîd bûne.