Li Şengalê Fermandariya Hevbeş hat avakirin
29.10.2015 09:29 Nûçe, Sernûçe
NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Parastina Jinên Şengal (YPJ Şengal) û Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) bi daxuyaniyekî fermî Fermandariya xwe ya Hevbeş ragihandin.
Duh piştî nîvro saet 15.00’an de hêzên YBŞ, YPJ Şengal û HPŞ ên ku li Biryargeha YBŞ’ê hatin gel hev, bi daxuyaniyekî fermî di bin navê “Fermandariya Êzîdxana Ji Bo Rizgariya Şengalê” de fermandariya xwe ya hevbeş îlan kirin.
Di daxuyaniyê de ku peyama yekitiyê hat dayîn, ji bo hêzên weke PKK, YNK û PDK’ên ku li Kurdistanê hêzên giring in bang hat kirin û xwestin ku ji bo rizgarkirina Şengalê destek bidin. Fermandariya Hevbeş ji bo hêzên koalîsyonê bang kirin û daxwaz kirin di Pêngava Azadkirina Şengalê de destekê bidin wan. ‘Em li benda desteka PKK, YNK û PDK’ê ne’ Hêzên YBŞ, YPJ Şengal û HPŞ ên li biryargeha YBŞ’ê hatin gel hev, bi daxuyaniya ji bo çapemeniyê pêk anîn de, dibin navê ‘Fermandariya Êzidxana Ji Bo Rizgariya Şengalê’ de Fermandariya xwe ya Hevbeş îlan kirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de ku yekem Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Mazlum Şengal axivî, bang li hemû hêzên li Şengalê kir, ew vexwandin dibin Fermandariya Hevbeş a Şengalê de têkoşîn bimeşînin û wiha peyîvî; “Demek dirêje ji bo rizgarkirina Şengalê hevdîtinên me yên bi hêzên li Şengalê re çêbûn.
Hinek hêzan bi erênî bersiva van hevdîtinên me dan. Lê belê ji dema komkujiya Şengalê vir de weke hêzên dinava berxwedana Şengalê de cih digirin, îro bi çêkirina îtifaqek dibin navê ‘Fermandariya Êzidxana Ji Bo Rizgariya Şengalê’ de fermandariyek hat avakirin. Ji bo rizgarkirina Şengal û Êzidxana Pîroz weke hêzên YBŞ, YPJ Şengal û HPŞ’ê me fermandariyekî hevbeş ava kir.
Li gel vê em li bende ne ku PKK, YNK û PDK ku li Şengalê sê hêzên giring in, destek bidin me. Em li bendê ne ji bo Rizgariya Şengalê destek bidin me.” ‘Em hemû kesê vedixwînin ku dibin sîwana Fermandariya Hevbeş de têkoşîn bikin’ Şengal daxuyakirin ku rizgarkirina Şengalê ne tenê erka hêzên Êzidî ye, rizgarkirina Rojhilata Navîn û Kurdistanê di Şengalê re derbas dibe û wiha axivî; “Em li bendê ne ku ne tenê hêzên Êzidî, hemû pêkhateyên dibêjin em însanin û xwedî wijdanin, destekê bidin berxwedana Şengalê.
Hemû hêz dikarin di rizgarkirina Şengalê de cihê xwe bigirin. Dîsan bila neyê ji bîrkirin, rizgarkirina Şengalê azadiya Kurdistanê ye. Azadkirina Şengalê azadkirina Rojhilata Navîn e. Em bi vê nêzikatiyê hemû kesê vedixwînin têkoşînê. Her wiha Şengal cihê dîroka însantiyê lê destpê kiriye, cihê pêşketina civakbûnê ye.
Ji bo vê em li bendê ne hemû kes destekê bide. Ji bo azadkirina van xakên pîroz, em bang li hemû hêzên li Şengalê ne dikin, dibin sîwana Fermandariya Hevbeş a me damezrandiye de cih bigirin û bihevre tevbigerîn. Yêkane em dikarin Şengalê wiha azad bikin. Li rex vê îro bi pêngava li vir me avêtiye re, em mizgîniya wê Şengal azad bibe didin gelê xwe.
Em soza ji bo gelê me li ser axa xwe bi şêweyekê azad bijî didin, ji bo hemû kesê serketin dixwazin.” ‘Em bi rengên xwe dinava Fermandariya Hevbeş de cihê xwe digirîn’ Ji Fermandarên YPJ Şengal Bêrîvan Axîn ku ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên hîna di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîl in û azadkirina Êzidxana Pîroz bang li hemû hêzan kir, dibin sîwana Fermandariya Hevbeş de têkoşîn bimeşîn in, her wiha diyar kir ku bi teybetî jin divê bi rengbûna xwe dinava berxwedana Şengalê de cih bigirin û wiha axivî; “Em jî weke Yêkîneyên Jinên Êzidî diyar dikin ku em ê dinava vê fermandariya hevbeş de cih bigir in.
Ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîl in û azadkirina Êzidxana Pîroz, em hemû hêzan vedixwînin ku dibin sîwana Fermandariya Hevbeş a îro me yekem pêngava wê avêt de, têkoşîn bimeşînin.
Em li bendê ne ku dinava vê berxwedanê de jin jî bi rengên xwe tevlî bibin.” ‘Em li benda desteka hemû hêzên Kurdistanê ne’ Damezrênerê HPŞ’ê Heyder Şeşo diyar kir ku ew di rojên dîrokî û pîroz re derbas dibin, bang li hemû hêzên li Şengalê ne dibin sîwana Fermandariya Hevbeş de têkoşîn bikin û wiha axivî; “Em bang li hemû hêzên ji bo azadiya Êzidxana Pîroz şehîd dane, dibin sîwana Fermandariya me ya Hevbeş de bibin yek, dikin. Ger yêkitî çêbibe, em ê bikarin Şengalê ji dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin û azad bikin.
Me ji bo vê yekê pêngavek wiha avêt, îro ji bo me hem rojek pîroz û dîrokî ye. Îro em hêzên HPŞ, YBŞ û YPJ Şengal hatin gel hev û me Fermandariya xwe ya Hevbeş îlan kir. Ji bo vê em li bendê ne ku hêzên din ên li Şengalê ne dibin sîwana Fermandariya Hevbeş de bên gel hev. Em îro hemû bi logo û rengên xwe tevlî Fermandariya Hevbeş a bi pêşengiya ‘Fermandariya Êzidxana Ji Bo Rizgariya Şengalê’ bûn. Û em ê bi vî şêwey Şengalê azad bikin.
Ji bo vê jî divê hemû kes dibin vê wîsanê de bibin yek. Ji ber ku Şengal a me hemû ya ne. Wê Fermandariya me ya Hevbeş ji bo azadkirina Şengalê rol bilîze. Ji bo vê jî di serî de hêzên weke PKK, YNK û PDK, em li bendê ne ku hemû hêzên Kurdistanê destek bidin û berpirsiyartiyên xwe bînin cih.” ‘Em hêzên koalîsyonê vedixwînin bi me re tevbiger in’ Piştî axaftina damezrênerê HPŞ’ê Heyder Şeşo, Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Mazlum Şengal ku mafê axaftinê girt, li hêzên koalîsyonê jî bang kir, xwest destek bide wan. Şengal diyar kir ku divê hêzên koalîsyonê biwan re tevbigerin û wiha got; “Em ê di pêngava azadkirina Şengalê de ber bi pêşde biçin.
Em ê her cihê lê pêşde biçin, alên xwe lê daliqînin. Alên me diyar in. Divê hêzên koalîsyonê jî li ser vê rastiyê tev biger in. Û li ser vê esasê cardin em li bendê ne di azadkirina Şengalê de hemû hêz û hêzên koalîsyonê destekê bidin me. Û dubare em soza Şengalek azad didin gelê xwe.”