Li Şengalê pevçûn
Li taxa Hay Nasîr a Şangalê di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê a li ser çeperên gerîla de pevçûn derket
A+
A-
ŞENGAL/ROJNEWS
Li gorî agahiyên nûçegihanê RojNewsê ji herêmê ragihandî di demjimêr 11:20’an de çeteyên DAIŞ’ê li taxa Hay Nasîr bi çekên ferdî û giran li ser çeperên gerîlayên HPG-YJA Star’ê dest bi êrîşê kirin.
Nûçegihanê RojNewsê da diyar kirin ku, gerîlayan bersiva êrîşên çeteyên DAIŞ’ê dan û ta niha jî şer bi awayekî dijwar berdewam dike. Nûçegihan ragihand di derbarê encama şer de ta niha ti agahiyên zelal bi dest neketine.
(ak)
Bêjeyên Miftehî li,şengalê,pevçûn