1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Şirnex û Nisêbînê 4 tîmên taybet hatin kuştin
Li Şirnex û Nisêbînê 4 tîmên taybet hatin kuştin,li,şirnex,û,nisêbînê,4,tîmên,taybet,hatin,kuştin

Li Şirnex û Nisêbînê 4 tîmên taybet hatin kuştin

Li Şirnexê 3 û li Nisêbînê 4 tîmên taybet ên dewleta tirk hatin kuştin

A+ A-

Li Şirnexê 3 tîmên taybet mirin

ŞIRNEX(DÎHA) - Li Şirnexê hêzên dewletê dema xwestin têkevin taxên Dîcle û Cûmhûriyetê, rastî bersiva endamên YPS û YPS-JIN'ê hatin. Li ser vê pevçûnên dijwar qewimîn. Li gor agahiyên bi destketî di van pevçûnan de 3 tîmên taybet hatine kuştin.

Li Şirnexê li hemberî êrîşên hêzên dewletê di roja 10'emîn de berxwedana xwerêveberiyê didome. Bajêr ji duh êvarî ve bi awayekî dijwar tê bombebarankirin û bi vê re derengê şevê tîmên taybet xwestin têkevin taxa. Di dema ketinê de rastî bersiva endamên YPS û YPS-JIN'ê hatin, li ser vê pevçûnên dijwar qewimîn. Ev du roj e, bi obusên li ser rêya Qilebanê hatine bicihkirin êrîşî taxên Îsmetpaşa, Yeniyê, Dîcle û Cûmhûriyetê dikin. Hat dîtin ku di bombebaranê de gelek mal hatin şewitandin.

Bi bombebaranê re hêzên dewletê xwestin têkevin taxên Dîcle û Cûmhûriyetê, lê di dema têketinê de rastî bersiva endamên YPS û YPS-JIN'ê hatin. Li ser vê di navbera endamên YPS'î û hêzên dewletê de pevçûnên dijwar rûdan. Li gor çavkaniyên herêmî di van pevçûnan de hat ragihandin ku herî kêm 3 tîmên taybet hatine kuştin. Her wiha li bajêr ji şevê ve liv û tevgera ambûlansan heye û li gel vê danê sibehê 5 ambulans ji taxan tîmên taybet ên birîndar birin 23'yemîn Fermandariya Tumenê ya Sînorê.

Li gel vê hat dîtin ku duh êvarî li ser rêya Cizîrê gelek wesayîtên zirxî muhîmat veguhastin 23'yemîn Fermandariya Tumenê ya Sînor.

Li hemberî bajêr li gel domandina êrîşên bi top û obusan, li taxan jî pevçûnên dijwar diqewimin.

Li Nisêbînê tîmekî taybet mir

Li Nisêbînê tîmên taybet dema ketin avahiyekê, teqemenî peqiya. Bi peqînê re tîmekî taybet mir, 4 jê jî birîndar bûn.

Li Nisêbîna Mêrdînê ya ku pevçûn lê dijwar dibin, tîmên taybet saet di berwara 09.45'an de ketin avahiyekê. Di ketinê de teqemeniya berê li avahiyê hatibû bicihkirin peqiya. Hat diyarkirin ku di peqînê de tîmekî taybet mir û 4 jê jî birîndar bûn.

Li navçeyê bi awayekî zêde liv û tevgera ambulansan heye.

(red)