1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Şirnexê gelek zarok hatin binçavkirin
Li Şirnexê gelek zarok hatin binçavkirin,li,şirnexê,gelek,zarok,hatin,binçavkirin

Li Şirnexê gelek zarok hatin binçavkirin

A+ A-

Piştî Cenazeyê Endamê HPG'ê Muhyettîn Îşlek ê ku di pevçûna Çiyayê Cudî de jiyana xwe ji dest da hate definkirin di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derketin û bûyeran dest pêkiribû û di bûyeran de gelek zarok hatin binçavkirin.

Li Şirnexê duh piştî Cenazeyê Endamê HPG'ê Muhyettîn Îşlek (Cudî Zorava) ê ku di pevçûna li Çiyayê Cudî de jiyana xwe ji dest da ciwan li Qada Omer Kabak hatin cem hev û slogana "Şehîd namirin" berz kirin. Ciwanên li Kolana Uludere bi kevir, melzemeyên înşatê û tekereyên agir pê xistin ji trafîkê girtin, polîsan bi ava şid, bombeyên gazê û wesayîtên zirxî mudaxele kir. Ciwanan jî bi kevir û molotofan bersiva polîsan da û pevçûnan demek dirêj berdewam kir. Ji ber polîsan raste rast bombeyên gazê avêtin gelek welatî ji ber gazê bi bandorbûn.

Hate ragihandin ku di pevçûnan de gelek zarok hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku zarok birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.

Pevçûnan heta derengî şevê berdewam kirin.

(bd)