Li Şirnexê li dijî karwan leşkerî çalakî
Behdînan - Li ser rêya Şirnex-Elkê gerîlayên HPG’ê rê kontrola rê danîn. Gerîlayan li dijî karwana leşkerî ya ji bo mudaxelekirina çalakiya gerîlyana, hat çalakiyek li dar xistin û di encamê de 7 leşker hatin kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) der barê şer û pevçûnên li Bakûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da.
HPG-NÇR’ê got; “Di 18'ê Cotmehê de di navbera saet 13.00-14.00'an de li navçeya Elkê ya Şirnexê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. 40 wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha mamosteyeke polîtîkayên bişaftinê pêk tîne hatiye binçavkirin û piştî lêpirsînê serbest hatiye berdan. Herweha 2 transît û kamyoneke ji Tûgaya Elkê re erzaq dikişan, piştî erzaqên tê de li gel hatiye belavkirin ev her sê wesayit hatine şewitandin.
7 LEŞKER HATIN KUTŞIN
8 wesayit Ji tûgaya Elkê, 2 panzer jî ji alaya Çemanê xwestine mudaxeleyî cihê bûyerê bikin lê rastî bergiriya gerîlayên me hatine, di encama çalakiyên gerîlayên me de 7 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalkayê dijmin kuştiyê xwe û birîndarên hejmara wan nehate zelalkirin bi 3 helîkopterên skorskyanji herêmê dûr xistiye. Herweha bi helîkopterên kobrayan jî herêm bi dijwarî hatiye bombekirin.”
HPG-NÇR’ê diyar kir ku dçarçoveya serweriya herêmê ya li navçeyên Çelê, Gever û Şemzînana Colemergê de gerîlayan hin çalakî li dar xistine, operasyonên “dijminên” li Çelê û Şemzînanê dabû destpêkirin, naçar maye paş de vekişin û ev agahî da:
Di 17'ê Cotmehê de di saet 15.00'an de li navçeya Çelê ya Colemergê li dijî çeperên leşkerî yên li alaya Bilicanêne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hemû baregehên bi bandor hatiye lêdan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Operasyona di 14 Cotmehê de li dijî herêma Geliyê Zap hatibû lidarxistin, di 18'ê Cotmehê de bi piştgiriya helîkopterên kobrayan paş de vekişiyaye lê hîn jî ji aliyê yekîneyên veşartî kemîn vedan û keşf berdewam dike. Herweha hejmarên wendahiyên me yên di çapemeniya şerê taybet a tirk de derbas dibe dûrî rastiyane.
Di 17'ê cotmehê de opersayona li Girê Konserve, Kanala û Garê ya bi ser Şemzînanê hatibû lidarxistin di 18'ê Cotmehê de danê sibê paş de vekişiyaye.
Di 18'ê Cotmehê de di navbera saet 20.00-22.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî Girê Sor, Latê Kewa û herêma Cigerxwînê bi helîkopterên kobrayan dîsa di heman saetan de li dijî Helwesîs, Hînê, Suwara Benê û Xalkê jî bi helîkopterên kobrayan, hewan û obusan hatiye bombekirin. Ji 18'ê Cotmehê ji saet 11.00'an heta 19'ê Cotmehê danê nîvro li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Kanî Cennetê ya bi ser Zapê ve ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”
ANF NEWS AGENCY