Li Şirnexê liv û tevgera leşkerî zêde bû
A+
A-
Li herêma Şirnexê ku ev du meh bûn liv û tevgera leşkerî çênedibû, bihatina biharê re veguhestina leşkerî û cebilxaneyan ber bi yekîneyên sînor ve pêkhat. Balkêşe ku di dema PKK’ê agirbest îlan kir û pêvajoya “çareseriyê” destpêkirî, liv û tevgera leşkerî pêktê.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, nêzî 150 wesayîtan leşker û cebilxane ji navçeya Cizîr ya Şirnexê li ser rêya Îpekê derbazî herêmên ser sînor kirin. TIR’ên ku di nava karwana leşkerî bûn de serê wan bi brandayan girtîbûn, hate hînbûn ku, di nava malzemeyên leşkerî de mutfaqên seyar, wesayîtên zirxî û cebilxaneyên leşkerî jî hebûn.
Hate dîtin ku, karwan dema kete Cizîrê polîs û leşkeran tedbîrên mezin girtin, her wiha karwana ku wesayîta jammer li gel bû ber bi sînor ve şandin.
ANF
Bêjeyên Miftehî li,şirnexê,liv,û,tevgera,leşkerî,zêde,bû