Li Şirnexê polîs êrîş bir ser kon
A+
A-
ŞIRNEX (DÎHA) - Polîsan bi bombeyê gazê mudaxaleyî Konê Çareseriya Demokratîk ku ji aliyê Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ve bi boneya çareseriya pirsgirêka kurd li Cizîrê hatiye vedan kir.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê duh bi pêşengiya Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, li ser pêşniyara Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Konê Çareseriya Demokratîk hate vedan. Konê ku li ber rêxistina BDP'ê ya Cizirê hate vedan rastî mudaxaleya polîsan hat. Endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ku di kon de nobeta aştiyê digirtin ketin bin bandora gazê. Dayik û kesên li kon nobetê digirin, li gel bamboyên gazê ji kon naqetin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Cizîrê Esat Malkuç, bi boneya rayedarên polîsan re hevdîtin pêk bîne çû Midûriyeta Polîsan a Cizirê. Bûyer dimoin.
(mae)
Bêjeyên Miftehî li,şirnexê,polîs,êrîş,bir,ser,kon