1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Şêxmeqsûd 2 leşkerên rejimê hatin kuştin
Li Şêxmeqsûd 2 leşkerên rejimê hatin kuştin,li,şêxmeqsûd,2,leşkerên,rejimê,hatin,kuştin

Li Şêxmeqsûd 2 leşkerên rejimê hatin kuştin

Li Şêxmeqsûd 2 leşkerên rejima Sûriyeyê hatin kuştin

A+ A-

Heleb - ANF Li Şêxmeqsûd di encama bersivdayina şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya li dijî êrîşa hêzên rejima Baas pevçûnên dijwar rû dan. Di pevçûnan de 2 leşker mirin û 6 wesayitên leşkerî hatin şewitandin.

Duh bi daxuyaniyekê Navenda Çapemeniya YPG᾿ê diyar kir ku, şervanên YPG᾿ê bersiva wesayîtên leşkerî yên ku li derdora avahiya Zîraa û devera El-Ewarid kom bibûn û xwe amade dikirin ku têkevin taxa Şêxmeqsûd. Di encamê de pevçûn bi dijwar rû dan. Di pevçûnan de 2 leşkerên rejimê hatin kuştin û 6 wesayitên leşkerî bi tememî hatin şewitandin. Her wiha şervanên YPG᾿ê bi guleyan êrîşî hêzên rejimê yên ku di 2 avahiyan de bi cih bibûn û di encamê de agir bi van avahiyan ket.

Navenda çapemeniyê ya YPG᾿ê destnîşan kir ku, tu ziyan ne gihiştiye şervanên YPG᾿ê.

Hêzên rejima Baas li herêma nêzî avahiya Zîraa û devera El-Ewarid hêzên xwe bicih dikin û xwe amade dikin ku êrîş bikin.