Li Şêxmeqsûd komkujî
HELEB – Komên girêdayî Îtîlafa Sûriyeyê ku ENKS’ê jî di nav de ye li taxa Şêxmeqsûd komkujiyek pêk anîn.
Komên girêdayî opozîsyona Sûriyeyê ku ENKS’ê jî di nav de cih digre, bi mûşek û hawan, û cereyên gazê hemwelatiyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê topbaran dikin. Ji ber topbaran duh 4 welatiyên sivîl ên taxê şehîd bûn û 7 jî kes jî birîndar bûn. Ji 4 kesên şehîd 3 ji heman malbatê ne.
Kesên ji heman malbatê ku di topbaranê de jiyana xwe jidest dane, navên wan wiha ne: Bav: Umer Cumaa (40) û herdu keçên wî Rewşen (16) û Fatîma (12).
Malbata Ume rev 17 sal e li aliyê rojava yê taxa Şêxmeqsûd dimîne. Ew beriya 17 salan ji gundê xwe yê Kantona Efrînê Gundê Mezin hatin vir. Malbat ji 6 kesan pêk dihat (Bav: Umer, dayîk: Taho Oso û zarok: Rewşen, Hesen, Fatma û Ehmed)
Rewşa malbatê ya aborî ne baş bû. Bi şehadeta bav û windahiya herdu çekan re kesên ku debara malbatê bike jî tune ye.
Ji ber topbaran komên girêdayî opozîsyona Sûriyeyê li ser taxa Şêxmeqsûd ji 16’ê sibatê hetanî niha 54 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe jidest dane û zêdetirî 500 kes jî birîndar bûne.
Ev komên ku qaşo navê opozîsyonê li xwe dikin, ragîhandibûn ku ew tevlî agirbesa li Sûriyeyê bûne. Piştî ku şerê xwe yê li dijî rêjîma Sûriyeyê ya El-Baas sekinandin berê hemû topên xwe dane taxa Şêxmeqsûd û komkujiyan pêk tînin.
(he)
ANHA