Li şûna BDP'ê DBP tê avakirin
09:16 25.04.2014 HAYRİ DEMİR
AMED (DÎHA) - BDP'ê ku pêvajoya kongreyê da destpêkirin, armanc dike ku di kongreyê de, guhertinek mezin pêk bîne. BDP di kongreyê de plan dike ku navê xwe biguherîne û li şûna Partiya Aştiya Demokratîk (BDP) Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ava bike.
Piştî hilbijartinên rêveberiyên herêmî hefteya borî HDP'ê daxuyanî da û diyar kir ku piştî parlamenterên BDP'ê dê di BDP'êde guhertinên mezin pêk bên. Diyar kir ku parlamenterên BDP'ê dê îstîfa bikin û derbasîe HDP'ê bibin û di bin baneyên HDP'ê de li meclisê xebatên xwe bimeşînin. Li gorî çavkaniyên BDP’ê dê di serê meha Hezîranê de kongre pêk bê û di vê kongreyê de guhertinêm mezin pêk bê. Di kongreya ku pêk bê de dê BDP neyê girtin û navê BDP'ê bê guhertin. Tê plan kirin ku di kongreyê de navê xwe biguherîne û li şûna Partiya Aştiya Demokratîk (BDP) Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ava bike. Li gorî gotinên BDP'iyan dê bibe partiya kadroyan. Li hemberî vê yekê jî dê li Tirkiye u herêmî di bin baneyê partiyekê de xebatên xwe berdewam dike. Dê di 28'e Nîsanê de parlamenterên BDP'ê derbasî HDP'ê bibin û di bin baneyê HDP'ê de xebatên siyasetê bimeşînin. Tê armanckirin ku ev partiya nû DBP li herêmê 8 pîyên Xweseriya demokratîk têxe meriyetê û bêtir bibe vîna gel û daxwazên gel têxe meriyetê.
Tê plankirin ku HDP û BDP di hezîranêde konreya xwe pêk bînin û piştî kongreyê vê carê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) civîna xwe ya giştî pêk bîne. Li bendê ye ku ji bo Hevserokên Giştî ya KCD'ê Şaredarê Amedê yê berê Osman Baydemir Hevseroka KCD'ê ya Berê Aysel Tugluk û Hevserokê BDP' Selehattîn Demirtaş bibin namzet.
(mae)