Li şûna kampên penaberan gundên ekolojîk!
FERHAT ARSLAN - ÊLIH 05.09.2014 07:01:54 Hejmara Kurdên Êzidî yên ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ji Şengalê hatine Êlihê derket 4 hezarî. Şaredariya Êlihê, rêxistinên civakî yên sivîl, komên ekolojîst ên bi navê Eko-Jin û Bûka Baranê ku îro jî hezar kesên di ser Roboskî re hatin pêşwazî kirin, wê bi mexdûrên şer re ji bo Êzidiyan gundên ekolojîk ava bikin.
Hejmara Kurdên Êzidî yên ji zilma dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê ji Şengalê reviyan û 30 rojan meşiyan, di ser gundê Roboskî yê li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê ye hatin Êlihê derket 4 hezarî. Tê gotin ku hînê 60 hezar kesî nekariye sînor derbas bikin.
Êlih 4 hezar Kurdên Êzidî yên ji Şengalê hatine, vedihewîne. Bi organîzasyona Şaredariya Êlihê û rêxistinên girseyî yên demokratîk pêwîstiyên rojane û stargehê tên tedarikkirin. Li dû wargeha ji konan a li gundê Qorixê li ser bi sedan hektar erdî hat çêkirin, li Gundê Feqîra yê Kurdên Êzidî ye, gunekî ekolojîk tê çêkirin. Komên Ekolojîk ên bi navê Bûka Baranê û Eko-Jin projeya mîmarî ya vê yekê pêşkêşî Şaredariya Êlihê kirin.
TEVÎ XIZANIYÊ JÎ GEL ALÎKARIYÊ DIKE
Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel der barê mijarê de ji ANF'ê re axivî û ragihandin ku di nava 20 rojan de hejmara Kurdên Êzidî yên ji şer reviyane û xwe li Êlihê girtine derketine 4 hezar kesî. Akel diyar kir ku gel piştgiriyeke mezin dide û got, "Bi qasî 20 roj in, mîna li gelek bajarên Kurdistanê li Êlihê jî em bi xwişk û birayên xwe yên Êzidî yên ji Şengalê ji şer reviyane û hatine, piştevaniyê dikin. Li holê komkujiya taşeroja emperyalîzmê, dijminê mirovahiyê DAIŞ heye. Me li Êlihê 3 hezar kes li navenda bajêr û gundan bi cih kirine. Ji duh bi şev û vir ve me kafîleyeke ji hezar xwişk û birayên xwe yên Êzidî yên mexdûrên şer, vehewandine. Bêguman hevparbûyîna rêveberiyên herêmî bi DBP, HDP û Rêxistinên Civakî yên Sivîl hinekî zehmet e. Lê belê tevî vê zehmetiyê jî li Êliha ji sedî 80 şêniyên wê bêkar e, rewşa xwe ya civakî û aborî çi dibe bila bibe, gel alîkariyeke mezin dide."
DEWLETA TIRK DI NAVBERA MEXMÛRÊN ŞER D CIHÊKARIYÊ DIKE
Akel da zanîn ku dewleta Tirk koçberên ji Balkanan weke penaber binav dike lê belê di kesayetiya Kurdan de gelên ji Rojhilata Navîn weke penaber nabîne û got, "Hûn jî dizanin dewletê ji bo koçberên ji Balkanan statuya penaberiyê daye. Lê belê ji bo koçberên ji Rojhilata Navîn vê statuyê nade. Bi dîtina me e yek jî polîtîkayek li hemberî Kurdan e. Bi tenê li sînorê Roboskî zêdeyî 60 hezar Kurdên Êzidî hene li benda hatinê ne. Dewlet bi gotineke kêm be jî der heqê vê koçberiyê de daxuyaniyekê nade û ti alîkariyê jî nade. Bi tenê organîzasyona Şaredariyên li herêmê û rêxistinên girseyî yên demokratîk li holê heye. Lê belê hin hewldanên parlamenterên HDP û BDP yên li Meclîsê dewam dikin."
KURDÊN ÊZIDÎ WÊ XWE HEWCEDAR NEBÎNIN
Akel diyar kir ku ji bo Kurdên Êzidî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar mane cih û warên xwe biterikînin travmayê ji ser xwe biavêjin ew di nava hewldanan de ne û destnîşan kir ku wargeha ji konan jî wê di nava hefteyekê de bikeve meriyetê. Akel axaftina xwe wiha dewam kir: "Jin û zarokên ji komkujiyê reviyane, travmayeke mezin derbas kirine û pêwîstiya wan bi alîkariya psîkolojîk heye. Em ê jî mexdûrên şer tevlî kar, hilberînê bikin û ji bo di demeke dirêj de vê travmayê ji ser xwe biavêjin bibin alîkar. Em van mirovan bi tenê weke mirovên hewcedar nabînin. Li gel travmaya bi serê wan de hatiye em dibînin ku ji bo xwe li jiyanê bigirin hewldaneke mezin heye. Li Êlihê projeya me ya wargeha ji konan a bi kapasîteya 2 hezar kesî wê di nava hefteyekê de bikeve meriyetê. Her wiha li ser bi sedan hektar erdê gundê Êzidiyan Qorix wargeh hat çêkirin û bi awayekî ku mirov xwe dîlgirtî nebînin, hatiye dîzaynkirin."
GUNDÊN EKOLOJÎK WÊ BÊN ÇÊKIRIN
Akel da xuyakirin ku komên ekolojîst ên bi navê Bûka Baranê û Eko-Jin bi armanca piştgirîdayîna Kurdên Êzidî yên mexdûrên şer projeyek amade kirine û pêşkêşî wan kirine û destnîşan kir ku li gel projeya wargeha kon a li Qorixê ew ê li Feqîrayê ku gundê Êzidiyan e projeya gundê ekolojîk bixin meriyetê. Akel got, "Ekîban, projeya wargeha ekolojîk pêşkêşî şaredariya me kirin. Bi komên ekolojîst ên bi navê Eko-Jin û Bûka Baranê re wê bi ciwan, jin û mirovên bi temen ên Êzidî re gundê ekolojîk bê avakirin. Ew ê bi xwe hilberîne û ew ê bi xwe jiyana daîmî bidin rûniştandin. Li welatê xwe ew ê jiyaneke nû ava bikin û bi hilberînê re jiyaneke nû dîzayn bikin. Ev gundê ekolojîk li gorî xweseriya herêmê wê bibe gundekî ekonomîk. Lêçûnên wê dê ji aliyê rêxistiNên girseyî yên demokratîk ve bên dayîn. Bêguman armanca me ya dawî jî wê alîkarîdayîna koçberan ji bo vegera cih û warê xwe be. Ji bo Kurdên Êzidî yên ji Şengalê hatine ji nû ve vegerin YPG û HPG têoşîneke mezin dimeşînin."