Liceyî: Kengî dawî li qereqolan anîn emê leşkeran berdin
10:01 27.04.2014 AMED (DÎHA) - Çalakiya nobeta li hemberî qereqola Korxa ya Navçeya Liceya Amedê di roja 6'an de berdewam dike. Duh di konê berxwedanê de di navbera ciwan, leşkeran de pevçûn derketibû û ciwanan 2 leşker çawîşên pispor ragirtin. bi sedan leşkeran konê nobetê dorpêç kirin. Li aliyê din gelê Liceyê diyar kirn ku kengî avakirina qereqolan hatin rawestandin ew dê leşkerên destê xwe serbest berdin.
Çalakiya welatiyan a li dijî avakirina qereqola Korxa ya navçeya Liceya Amedê di roja 6'an de bi şer û pevçûnan berdewam dike. Welatiyên ku bi rojan in di kon de nobetê digirin duh rastî mudaxaleya polîs û leşkeran hatibûn û heta derengê şevê pevçûnê berdewam kiribû. Ciwanan bi fîşekên hewayî, molotof û keviran bersîv dabû polîs û leşkeran. Di navbera girsê, polîs û leşkeran de pevçûn derketibû. Di bûyera duh de ciwanan 2 çawişên pispor tev çekên wan desteser kirin. Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî li gel rêveberên BDPê hati cihê bûyerê. Zubeyde Zumrut jî têkildarî mijarê agahî piştrast kir û anî ziman ku 2 cawîşên pispor hatin binçavkirin. Piştî vê bûyerê dema Zubeyde Zumrut çû cihê bûyerê leşkeran maşîneya wê darp kirin û xistin halê ku nayê bikar anîn. Serê sibê leşkeran konê berxwedanê dorpêç kir û koma çalakvan kirin bin ablûkayê. Welatiyên Liceyê yên di çalakiyê de diyar kirin ku heta rayedarên leşkerî daxuyaniyê nedin raya giştî û nebêjin me dawî li qereqolê aniye û em dê înşaetê rawestînin dê çalakiya xwe berdewam bikin. Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî anî ziman ku li vir hovîtiyek li dijî gel pêş dikeve û bang li her kesî kir ku berê xwe bidin qada çalakiyê û biçin cihê çalakiyê. Ciwanan di çalakiya 15'ê Sibatê de jî 4 leşker desteser kiribûn û li ser heyeta BDP'ê leşker serbest hatibûn berdan.
(mae)