1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Licê di qada tenduristiyê de jî rastî cudakariyê tê
Licê di qada tenduristiyê de jî rastî cudakariyê tê,licê,di,qada,tenduristiyê,de,jî,rastî,cudakariyê,tê

Licê di qada tenduristiyê de jî rastî cudakariyê tê

A+ A-

METÎN BEKÎROGLU

AMED (DÎHA) – Li navçeya Licê ya Amedê ku 26 hezar nifusê wî heye ji bo rewşên acîl tenê ambulansek heye, di rewşên acîl de li benda ambulansên ku ji istasyona ambulansan a 60 kîlometre dûr e dimînin. Hate îdiakirin ku li Serhekîmiya Serwîsa Ambulansan a Bajar a li navenda Amedê ye nêzî 10 ambulans bi awayeke kêfî tên rawestandin.

Li navçeya Licê ya Amedê, Nexweşxaneya Dewletê ya Weqfa Halîs Toprak ji ber xemsariya Miduriyeta Tenduristiyê pêwistiya ambulans û avahiya xizmetê ya pêvek ji ber ku nayê bicihanîn welatî nikaran xizmetên tenduristiyê bigirin û mexdûr dibin. Ji hezîrana 2013’an heta niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Weqfa Halîs Toprak ji bo neqla nexweşan pêwîstî bi ambulansan heye jî ji aliyê Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar a 112’an ambulans nayê dayîn. Ji ber ku Îstasyona Acîlê ya 112’an a li herêma Angulê ya di navbera riya Amed û Çewlikê de ye jî hatiye girtin li navçeya ku 26 hezar nifûsê wî heye tenê ambulansek xizmetê dide gel. Ev pêkanîn wekî ku di gelek qadan de gelê Licê tê mexdûrkirin fikra ku di qada tenduristiyê de jî gel tê cezakirin tîne hişê mirovan.

Îstasyona Acîlê ya 112’an bi awayeke kêfî hate girtin

Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar du îstasyonen ambulansan ên li navçeyê di mehên bori de girtibû. Îstasyona Acîlê ya 112’an a li herêma Angulê ya di navbera riya Çewlik û Amedê ji aliyê Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar ve bi taybetî di meha gulanê ku çalakiyên li dijî qereqol, kalakol û bendavan hatibû lidarxistin de hate girtin. Ji ber uk hemû xebatkarên ambulansan li Navenda Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar hatin peywirdarkirin pêwistiya ambulansan li Îstasyona Ambulansan a 112’an a Mermerê ku gurêdayî navçeya Sûrê ye û 60 kîlometre dûrî navçeyê ye tê bicihanîn.

Kesên ku qeza derbas dikin bi saetan li benda ambulansan dimînin

Welatiyê bi navê Reşat Taşdemîr ê ku li navçeyê bi hevalên xwe re qezaya trafîkê derbas kir piştî bûyerê skandala ku hate jiyîn vegot. Taşdemîr diyar kir ku wan di demên borî de qeza derbas kirine û ew anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Weqfa Halîs Toprak û li vir piştî mudaxaleya ewil xwestine wan bi ambulansê sewqî ciheke din bikin. Taşdemîr destnîşan kir kul ê ji ber ku li navçeyê ambulans tunebûye, ew li benda ambulansa ku ji Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar hate xwestin man. Taşdemîr got ku ew li benda ambulansa ku ji 60 kîlometre dûrî navçeyê bihata man û hevalê wî Erdal Bayhan 45 deqîqe li serwîsa acîl ya li nexweşxaneyê li ser sedyeyê heta ambulans hatiye maye.

Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar a 112 navçeya ceza dike

Yek ji xebatkarê nexweşxaneyê ku nexwest navê xwe bide tiştên ku ani ziman pirsgirêkên tenduristiyê yên li navçeyê çiqas cidî ye datîne holê. Xebatkarê nexweşxaneyê anî ziman kul i nexweşxaneyê ji 2013’an heta niha pêwistî bi ambulansan heye tenê ambulansa ku heye jî kevn e û ji ber vê yekê gelek pirsgirêk jî tên jiyîn. Heman xebatkarî diyar kir kul i Serhekîmiya Serwîsa Ambalansa a Bajar de 10 ambulans bi aweyeke kêfî tên rawestandin.

Pêwîstiyên nexwexxaneyê nayên bicihanîn

Jibilî pêwîstiya ambulansan ji Pasûr, Karaz û Hênê jî ji ber ku di nexweşxaneyan de xebatkar, bijîşk û malzemeyên tibî kêm in nexweş sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Weqfa Halîs Toprak tên kirin ev yek jî dihêle ku di warê qapasiteya nexweşan de jî pirsgirêk bên jiyîn.

(sa)