Licêyî: Bila tu kes nebêje çiyayên Kurdistanê bêxwedî ne
30 Gulan
AMED (DÎHA) - Li navçeya Lîceyê ya Amedê welatî zêdehî hefteyeke li dijî çêkirina qereqol, qeleqol, bendav û operasyonên leşkerî berxwe didin û berxwendana wan bedewam dike. Lîceyiyan, bang li AKP'ê kirin ku dest ji polîtîkayên durîtiyê berbide û gavan bavêje kir û wiha gotin: "Bila tu kes nebêje çiyayên Kurdistanê bêxwedî ne."
Ligel pêvajoya diyalogê hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê polîtîkayên şer dimeşîne û ev yek rastî bertekên gelê kurd hat. Hikûmeta AKP'ê jî ligel hemû bertekên gel û berxwedana gel bi çapemeniya alîkar li dijî tevgera siyasî ya kurd û PKK'ê hedef nîşan dide bi rojevên vala rewşê vedişêre. Bi pêvajoyê re qadên HPG'iyan valakirin AKP'ê bi çêkirina qereqol û qeleqolan dadigire û li aliyekî jî ji bo çareseriyê tu gavan navêje û pêşiya operasyonên leşkerî vedike. Li hemberî vê yêkê Înîsiyatîfa gel li dijî polîtîkayên AKP'ê dest bi berxwedanê kir. Ji navnîşanên berxwedanê yek navçeya Lîceyê ya Amedê ye.
Welatiyên Lîceyê li mezraya Cîllîkê li hembeî çêkirina qeleqol, qereqol û bendava riya bejayî ya Amed û Lîceyê ji trafîkê re girtin û dest bi berxwedanê kirin. AKP'ê li hemberî berxwedana gel leşkerên taybet şandin û êrîş li gel kir û pevçûnan bi rojan berdewam kir. Gel bi konên li 4 nokteyan danîn dixwaze çêkirina qereqol, qeleqol, bandav û operasyonên leşkerî bi dawî bibin û ji bo çareseriyê gavan bavêje.
'AKP di şer de israr dike'
Li Lîceyê dem dem bi mudaxeleya leşkeran pevçûn derketin û dîmenên OHAL'ê pêk tên. Li ketin û derketina Lîceyê leşkeran girt û bi tememî ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin. Welatiyan diyar kir ku heya AKP dest ji polîtîkayên xwe bernede ew dê berxwedana xwe bidomînin. Welatiyan da zanîn ku divê hikûmet dest ji "polîtîkayên durîtiyê" berbide û gavan bavêje.
Ji welatiyên di berxwedanê de Fazil Yazici, diyar kir ku dewletê berê ji bo çekan pere xerç dikir niha jî ji bo bombeyên gazê li dijî gel bikarbîne xerç dike û AKP di şer de israr dike. Yazici, anî ziman ku ji bo careke din xwîn neyê rêjandin berxwe didin û bang li gelê kurd û tirk kir ku li dijî polîtîkayên înkarê yên dewletê derbikevin.
Welatiyê bi navê Şemsettîn Balaman jî diyar kir ku ji bo aştî û edaletekî rast pêk bê di berxwedanê de cih digire û heke pêvajoya ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin bi dawî bibe careke din pêk nayê. Balaman, anî ziman ku heye ji bo aştiyekî rast gav bên avêtin li qadê naçin û banga samîmiyetê li hikûmetê kir.
'Em dê şopdarê pêvajoya Serokê me da ye dest pê kirin bin'
Welatiyê bi navê Mehmet Karaca jî diyar kir ku qereqol tenê xizmetê li şer na xwezayê jî texrîp dikin. Karaca, anî ziman ku kesên li welatên ewropa behsa demokrasiyê dikin li welatê xwe bi bombeyan êrîş li welatê xwe dike. Karaca, da zanîn ku ji bo azadiyê dê di eniya azadiyê de bi gel re çalakiya xwe bidomînin. Karaca wiha bang li Serokomar kir: "Em dê şopdarê pêvajoya ji aliyê Serokê me ve hate destpêkirin, bikin."
'Gelê kurd ji bo xwedî van çiyayan derbikeve canê xwe danîn holê'
Jina bi navê Ruken Akaç jî diyar kir ku ligel pêvajoyê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ji bo şer tev digere û gelê kurd her tim alîgirê aştiyê bûye û wiha got: "Bila tu kes nebêje çiyayên Kurdistanê bêxwedî ne. Gelê kurd ji bo xwedî van çiyayan derbikeve canê xwe danî holê. Divê hemû kes li hemberî polîtîkayên AKP'ê yên tunekirinê xwedî li rûmeta xwe derbikeve."
(bd)