1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ligel bêderfetiyan bi fedakariyeke mezin perwerdehiya pirzimanî didin
Ligel bêderfetiyan bi fedakariyeke mezin perwerdehiya pirzimanî didin,ligel,bêderfetiyan,bi,fedakariyeke,mezin,perwerdehiya,pirzimanî,didin

Ligel bêderfetiyan bi fedakariyeke mezin perwerdehiya pirzimanî didin

A+ A-

ÎZMÎR (DÎHA) – Li Efrînê rêveberiya kantonê ya ku ligel bêderfetiyan xebatên perwerdehiyê didomîne bi 850 mamosteyan ve ji bo 56 hezar xwendekaran perwerde dike. Hejmara xwendekaran ji ber şerê Sûriyeyê ya navxweyî ji 34 hezaran derket 56 hezaran. Berdevkê Wezareta Ziman û Perwerdehiyê ya Kantona Efrînê Mihemed Elo diyar kir ku armanca wan a esasî civaka exlaqî, polîtîk û mirovî biafirînin û ew ê modela xweseriya demokratîk pêşkêşî hemû mirovahiyê bikin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kantoana Kobanê roja 100'emîn li pey xwe hişt li aliyê din li kantoneke din a Rojava, Efrînê jî piştî şoreşê heta îro xebatên înşayê bênavber didome. Li Kantona Efrînê ku di warên tenduristî, perwerde, aborî û parastinê de xebat didomin, hemû kar û bar bi îradeya hevpar a gelan tê meşandin. Berdevkê Wezareta Ziman û Perwerdehiyê ya Kantona Efrînê Mihemmed Elo pergela perwerdehiyê ya Kantonê ji DÎHA'yê re vegot.

850 gerîlayên perwerdehiyê 56 xwendekaran perwerde dikin

Elo diyar kir ku li Rojava piştî ku şoreşê dest pê kir ji roja ewil heta niha dest bi perwerdehiya kurdî kirin û dibistana yekemîn a ku dersa kurdî dide jî di 6'ê îlona 2011'an de li li gundê Dîrakliya bi ser navçeya Şarabûyê vekirine. Elo anî ziman ku ev dibistana ku hatiye vekirin niha ji bo dibistanên 7 navçeyên kantonê hatine vekirin bûye modelek. Elo destnîşan kir ku li kantonê nêzî 850 mamoste dixebitin û hemû jî bi dildarî xizmetê didin. Elo got ku di dest pêka şoreşê de 34 hezar xwendekar hebûne lê niha 56 hezan xwendekar hene. Elo bilêv kir ku zarok di 7 salî de dest bi dibistanê dikin û ji pola yekemîn heta polê sêyemîn dersên ziman, matematîk, muzîk, resîm, dibînin û di heman demê de perwerdehiya erebî dibînin. Piştî pola sêyemîn jî bi kurdî û erebî perwerde didin û wiha berdewam kir: "Di sala çaremîn a perwerdehiyê de jî bi kurdî û erebî perwerde tê dayîn, di sala 5'emîn de ji bilî vê îngîlîzî û fransî jî tên dayîn."

'Ev perwerde bi awayeke zanistî û îdeolojîk tên dayîn'

Elo da zanîn ku di dibistana navîn û lîseyê de jî astên 1, 2, 3'yemîn hene û piştî ku ev ast tên derbaskirin derbasî Akademiya Ziman û Wêje ya Şehîd Ferzad Kemanger dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di vê akademiyê de 2 beş hene, yek ji van dem kurt yek jî demdirêj e. Ji van yek perwerdehiya îdeolojîk a 10 rojan e, di nava 10 rojan de rastiya Kurdistanê, paradîgmaya PKK'ê, dîroka kurd, rastiya serokatiyê û perwerdehiya ziman tê dayîn. Perwerdehiya me ya demdirêj jî 45 roj in. Di vê perwerdehiyê de jî dîsa perwerdehiya îdeolojî, dîroka Kurdistanê, rastiya serokatiyê, dîroka jinê û ji bilî vê jî dîroka wêjeya kurd û zimanê kurdî tê dayîn. Ev perwerde bi awayeke zanistî û îdeolojîk tên dayîn.

'Armanca pêkutiyan tunekirina modela me ya xweseriya demokratîk e'

Piştî vê perwerdehiya 45 rojan azmûnên ziman, wêje, rêziman û pedagojiyê tên kirin û yên bi ser dikevin jî li Akademiya Ziman û Wêje ya Şehîd Viyan Amara 2 salan perwerde dibin û piştî vê yên bi ser dikevin jî sertîfîkayên mamostetiyê digirin. Elo destnîşan kir ku di serî de aborî gelek tengasiyan dikêşin û wiha pêde çû: "Di warê cih, amûrên perwerdehiyê de gelek kêmasiyên me hene. Pêkûtiyên DAIŞ û rejîma Baasê hene. Rejîma Baasê mehaneya mamosteyan nade. Armanca van pêkutiyan tunekirina modela me ya xweseriyê ye. Lê me biryar girtiye û ligel astengiyan paşve gav navêjin. Tengasiyeke me ya din jî nenaskirina di qada navneteweyî de ye, ji ber ku yên li vir perwerde dibin li welatê din nikarin perwerde bidin."

'Civînên ku tenê jin beşdar dibin tên lidarxistin'

Elo yê têkîldarî rêveberiya dibistanan agahî da got ku di qada perwerdehiyê de jin tên cem hev û civînên perwerdehiyê li dar dixin û wiha axivî: "Çawa saziya ziman xwe rêxistin dike hevalên jin jî xwe rêxistin dikin."

Elo bilêv kir ku ji bilî Akademiya Ziman û Wêje ya Şehîd Viyan Amara û Akademiya Ziman û Wêje ya Şehît Ferzad Kemanger dibistanên pîşeyî yên tenduristî, çand, şano, huner û komputuran jî vekirine û armanca wan ew e ku di pêşerojê de li Kantonê zanîngehan vekin. Elo yê ku anî ziman armanca wan e bingehîn avakirina civaka exlaqî, polîtîk û mirovî ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Bi baweriya ku gelê me bi me tîne em xebatên xwe bi awayeke zanistî didomînin. Em wekî gelê kurd di sedsala 21'emîn de li saziyên xwe bi zimanê xwe yên dayikê perwerde didin. Em zimanê xwe di sîstema demokratîk de bi rêzdariya hemû çandan zimanê û çanda xwe fêr dibin. Em hemû zimanên li kantonê bi hev re pêşve dixin. Em alîgirên pirçandî û pir zimanî ne. Li xwezayê gelek ziman û çand hene. Armanca me jiyana xweseriya demokratîk li hemû Sûriyeyê û Rojhilata Navîn belavkirine."

(sa/wk)