Ligel ku hejmara pirtûkan kême, pirtûkxane tije dibe
NÎLGUN YILDIZ
SÊRT (DÎHA)- Pirtûkxaneya Celaded Elî Bedîrxan ku ji aliyê Şaredariya Sêrtê ve sala borî hat vekirin û tê de nêzî 4 hezar û 737 pirtûk hene, di navbera salekî de nêzî 10 hezar û 460 kesan ve hat ziyaretkirin. Kesên ku hatin pirtûkxaneyê yan pirtûkan xwendin an jî lêkolînan kirin. Koordînatorê Pirtûkxaneyê Mehmet Kurhan ji bo ku rêjeya xwendina pirtûkan zêde bibe bang li weşanxaneyên kurdî kir.
Li Tirkiyeyê piştî ku bikaranina înternetê zêde bû, xwendina pirtûkan jî kêm bûye. Lê li Sêrtê rewşek ku hêvî bide derket holê. Pirtûkxaneya Celaded Elî Bedîrxan ku di mijdara 2013'an de ji aliyê Şaredariya Sêrtê ve hat vekirin, ligel derfetên pir kêm, pirtûkxane rastî eleqedarbûnek mezin tê.
Di pirtûkxaneyê de ku nêzî 4 hezar û 737 pirtûk hene, di navbera salekî de nêzî 10 hezar û 460 kesan ve hat ziyaretkirin. Li gorî agahiyên ku Koordinatorê Pirtûkxaneyê Mehmet Kurhan daye, herî zêde bala welatiyan pirtûkên kurdî dikişîne. Her wiha herî zêde daxwazên pirtûkên Mehmet Uzun ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dabû tê kirîn.
Pirtûkxane ji bilî roja duşemê her roj saet di 08.30'an de vedibe û heta 18.00 vekiriye. Herî zêde jî xwenekarên dibistana navîn û lîseyê tên pirtûkxaneyê. Her wiha komên xwendinê yên pirtûkên kurdî jî hene.
Li benda piştgiriya pirtûkên kurdî ne
Kurahan da zanîn ku di pirtûkxaneya wan de pirtûkên çavkaniyê kêm in û wiha got: "Ger ku em hejmara pirtûkan zêde bikin, dê hejmara ziyaretvanan jî zêde bibe. Ji ber wê jî em li bendê ne ku weşanxaneyên kurdî alîkariyê bidin me. Em bang li wan dikin ku ev daxwaza me bibersivînin."
(go/wk)