1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Livbaziya heyetan a li Başûr zêde dibe
Livbaziya heyetan a li Başûr zêde dibe,livbaziya,heyetan,a,li,başûr,zêde,dibe

Livbaziya heyetan a li Başûr zêde dibe

Livbaziya heyetan a li Herêma Fedaral a Kurdistanê zêde dibe

A+ A-

AZÎZ KOYLUOGLU Piştî kurdên Sûriyê gelek bajar bi dest xistin û rêveberî xistin destê xwe çûn û hatina heyetên cuda a li Herêma Federal a Kurdistanê zêde dibin. Hate zanîn ku dê heyeta ji Konseya Bilind a Sûriyê biçe herêmê. Li aliyê din tê îdîakirin ku Serokê Encûmena Niştimanî ya Sûriya (ENS) Ebdilbasit Seyda dê bê Heremê. Wezîrê Derve Ahmed Davûtoglu jî roja Çarşemê tê Herema Kurdistan. Dîsa bi mebesta hatina Arteşa Iraq a ji bo kontrolkirina sînorên Herama Kurdistan û Sûriyê li ser daxwaza Serokê Herema Kurdistan hemû partiyên Kurdan li Selehatîn kom dibin.

Trafîka heyetên derve û dîplomasiyê ya li Herêma Federal a Kurdistan di rojên dawî de zêde dibe. Hate zanîn heyetek ji Konseya Bilind ya Rojavaya Kurdistan hate Herêma Federa a Kurdistanê. Piştî peymana Hewlêr Meclîsa Gel a Rojavaya Kurdistan (MGRK) û Encumana Niştimanî ya Kurdên Sûriyê (ENSK) desteya xwe ya bilind ava kirin û çend bajarê Rojavaya Kurdistanê azad kirin, êrişên siyasî ya dewleta Tirk zêde bûn. Li ser vê yekê hate zanîn Serokê Herema Kurdistan Desteya Bilind a Rojavaya Kurdistan dawetî herema Kurdistan kir û duh bi Serokê Herema Kurdistan Mesûd Barzanî re hevdîtinek pêk anîn. Li gora hinek çavdêran di vê civînê de dervî her du Desteya Bilind a Rojava hinek serokê partiyên din yê beşdarî peymana Hewlêrê jî nebûne. Hate zanîn ku Desteya Bilind a Rojavaya Kurdistan dibin çavdêriya Dîwana Serokatiya Herema Kurdistan ve civînek avarte dike.

Ji aliyekî din ve tê îdîa kirin ku Serokê Encûmena Niştimanî ya Sûriya (ENS) Ebdilbasit Seyda dê bê Herema Kurdistan e. Li got hinek çavkaniyên serbixwe hatine Ebdilbasit Seyda razî kirina Kurdan ji bo beşdarî hikumetekî demî ya dibin bandoriya ENS’ê bibin e. Tê îdîa kirin ku di demek Konseya Bilid ya Rojavaya Kurdistan li Herema Kurdistan e, wê Seyda Konseya Rojavaya Kurditan bên ba hev. Lê heta niha vê îdîa ji aliyê Konseya Bilind ya Rojava ya Kurdistan nehatiye pişt rast kirin. Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 25’ê tîrmehê de destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê weke “Pêkhateyeke terorîst” bi nav kir û gef li Kurdan xwar. Erdogan got; “Li bakûrê Sûriyeyê pêkhateyek heye, ji bo me pêkhateya terorê ye. Mudaxalekirina wir mafê me yê herî sereke ye.” Serokwezîrê Tirk Erdogan di daxuyaniya 26’ê tîrmehê dabû de jî careke din gef li Kurdan xwaribû û gotibû; “. Em der barê mijarê de hemû tedbîrên xwe digirin. Avakirina Konseya Neteweyî ya Kurd a Sûriye şaş e. Em dê di vê mijarê de bi Herêma Kurdan a Bakûrê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) re hevdîtin pêk bînin. Welatê 900 kîlometre sînorê wan heye bêdeng dimîne? " Erdogan dabû diyarkirin ku ew ê Davûtoglû bişîne Hewlêrê. Tê zanîn dê Davûtoglu roja çarşemê bê herema Kurdistan. Niha gelek aliyê dibêjin gelo wê Davûtoglu li ser Konseya Bilind a Rojavaya Kurdistanê hevdîtinek pêk bîne ya na.

(mae)