Lojîstika ji DAIŞ'ê re diçû li Akçakaleyê ma
MEHMET SIDDIK DAMAR / HAYRÎ DEMÎR
RIHA - (DÎHA) - Dema Girê Spî di destê çeteyên DAIŞ'ê de bû Deriyê Sînor ê Akçakaleyê heya dawî ji çeteyan re vekiribû û pşitî bajar hat azadkirin alîkariyên ji bo çetayan dê şandibûn li holê man û her roj tên dîtin. Rojên borî vaîrlên madeyên kîmyevî tê de hatin dîtin û vê carê jî boriyên çelîk ên bi taybet hatin çêkirin hatin dîtin.
Piştî çeteyên DAIŞ'ê ji Girê Spî reviya hatin Akçakaleyê îdîayên malek weke baregeh bikartîna û madeyên kîmyevî hatin dîtin vê carê jî boriyên bi taybet hatin çêkirin ên ligel tu xebatên binesaziyê û înşatê tuneyî hatin dîtin. Welatiyan got boriyên tu xebatên înşatê li Girê Spî tuneyî re tên şandin ji bo êrîşên bombeyî pê bên kirin tên şandin.
Boru bi taybet hatine çêkirin
Boriyên di romorkekî nêzî deriyê sînor tên girtin ji ber ku tu şopa jengê li ser tuneye xuyaye nû û ji çelîk hatine çêkirin. Boriyên bi taybet hatin çêkirin û tu nîşene li ser tuneyî nêzî 2 metre dirêj û 10-20 santîmetre jî fireh û 2-3 santîmetre jî sutur hatine çêkirin.
Boru li kolanê man
Welatiyên navçeyê gotin boru di dema Girê Spî di destê çeteyên DAIŞ'ê de bûn anîn û du romokên kamyonan şandin Girê Spî û piştî Girê Spî azad bû du romok li vî aliyê sînor man. Welatiyan îdîa kir ku boru ji bo çeteyên DAIŞ'ê bikin bombe şandin.
(bd)