1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Lê Êlihê pêşbirka zanyariyê
Lê Êlihê pêşbirka zanyariyê,lê,êlihê,pêşbirka,zanyariyê

Lê Êlihê pêşbirka zanyariyê

Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Êlihê li ser mijarên zimanê kurdî, wêjeya kurdî, dîroka kurdî û çanda giştî pêşbirka zanyariyê li dar xist

A+ A-

ÊLIH (DÎHA) – Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Êlihê bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li ser mijarên zimanê kurdî, wêjeya kurdî, dîroka kurdî û çanda giştî pêşbirka zanyariyê li dar xist.

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Êlihê bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî di çarçoveya çalekiyê 3 rojan de bi dirûşma "Zimanê me bingeha jiyana azad û rizgariya demokratîk e" li ser mijarên zimanê kurdî, wêjeya kurdî, dîroka kurdî û çanda giştî pêşbirka zanyariyê li dar xist. Pêşbirk li ber Sînemaya Yilmaz Guney hate li darxistin û gelek welatî amade bûn. Pêşbirk cara yekemîn li Êlihê di navbera saziyên kurd de pêk hat. Di pêşbirkê de Çapemeniya Azad, Petol-Îş, Nûbihar, BDP, Egîtîm Sen, MEYA-DER, HDP, Ciwanên Meclîsa Bajêr û Komela Ehmedê Xanî amade bûn û ketin pêşbaziyê. Pêşbirkek wisa ji ber ku cara yekemîn bû pêk hat rastî eleqeyek û bala welatiyan hat û li ser piyan temaşe kirin. Di pêşbirkê de 20 pirs hatin kirin û her pirsek li gorî hêsanî û mijaran xwedî puan bû. Pêşbirka ku bi kelecanî û dilgeş derbas bû di encamê de Ciwanên Meclîsa Bajêr 87 puan sitendin û bûn yekemîn. Partiya HDP’ê 82 puan girt û bû duyemîn. Egîtîm Sen 80 puan hilgirt û bû saziya sêyemîn. Her sê saziyên ku hatin hilbijartin ji aliyê rêveber û mamosteyên KURDÎ-DER’ê ve bi plaketan hatin xelatkirin.

Di pêşbirkê de rêveberê KURDÎ-DER’ê Zubeyîr Çelîk axaftinek kurt kir û diyar kir ku armanca wan ya li darxistina vê pêşbirkê pîvandina di navbera saziyan de ye. Çelîk, anî ziman ku wan xwestiye bi pêşbirkê xwestine li ser mijarên kurdî jî pîvandinek pêk bînin û got dê ew bi van rêze çalekiyên wisa zimanê kurdî li pêş bixin. Çelîk, destnîşan kir ku kesên dibêjin zimanê kurdî xwedî ne dîrokê bila werin cem wan di van pêşbirakan de dê nîşanî wan bidin ka çiqas xwedî dîrok û bi qîmet e.

(bg/bd)