Lêdana çepikan û şano sûc e!
HAMDULLAH KESER Îdîanameya der barê 38 xwendekarên Zanîngeha Çukurovayê yên beşdarî bîranîna xwendekarê Zanîngeha Dîcleye Aydın Erdem ku li Amedê bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dan, bûbûn û der barê wan de doz hate vekirin, temam bû. Îdîanameya bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kirine" hate vekirin de hate îdîakirin ku bi çepik, aheng û pêşkeşkirina lîstika şanoyê propaganda rêxistinê kirine.
Xwendekarên Zaningeha Çukurovayê ji bo bîranîna xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdem ê di 6'ê Kanûna 2009'an de bi guleya polîsan jiyana xwe jie dest da, li kampusa zanîngeha Çukurovayê bername pêk anîn. Xwendekarên bername pêk anîn rastî lêpirsînê hatibûn. Dozgeriyê der barê 38 xwendekaran de lêpirsîn vekiribû. Îdîanameya der barê 38 xwendekarên zanîngehê de hatibû vekirin temam bû. Dozgeriyê piştî îdîaname temam kir pêşkêşî 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê kir. Îdîaname ji aliye heyeta dadgehê ve hate qebûl kirin. Dozger di îdîanameyê de îdîa kir ku xwendekaran bi çepik, tempo, lîstina şano, propaganda rêxistinê kirine. Dozger îdîa kir ku xwendekaran bi çepik, slogan û tempoyan Propaganda rêxistinê kirine. Rûniştina dozê dê di rojên pêş de bê dîtin.
Xwendekarên der barê wan de doz hatiye vekirin wina ne: "Erol Taş, Hanifi Yilmaz, Mehmet Tenha, Fuat Taygar, Omer Faruk Sungur, Esra Gultekin, Cîhat Ayik, Çigdem Akçin, Zuhal Atalay, Serhat Yilmaz, Zafer Gurbuz, Cîhat Dumandag, Reşît Ozmen, Selahattin Guneş, Yusuf Utma, Berivan Oztekin, Sevgi Ozkan, Arîf Yayan, Muhsîn Turan, Seyfullah Oner, Selma Polat, Abdulkerim Ergîn, Nevaf alpsoy, Îbrahîm Bariş, Abdulhalîm Bîçer, Fatih Dara, Sabrî Şaki, Sayfa Algur, Rabîn Barçin, Ebuzer Toptîk, Vedat Dara, Dogan Sayîn, Dîndar Tokak, Edîp Huseyînoglu, Ridvan Îmre, Dîlber Batur, Mîzgin Seven û Nurettin Olcay." DÎHA (mae)